Ji KCK'ê ji bo Ozalp ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê
Ji KCK'ê ji bo Ozalp ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê
Ji KCK'ê ji bo Ozalp ê li girtîgehê jiyana xwe ji dest da peyama sersaxiyê
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, ji bo girtiyê nexweş Ramazan Ozalp ê jiyana xwe ji dest da, peyamek weşand. KCK'ê got, "Polîtîkayên tolhildêr ên AKP'ê dibin sedema mirinê."
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê di peyama nivîskî de got, "Li girtîgehan bi sedan mirovên bi nexweşiya giran li ber mirinê ne, hema bêje her roj mirov jiyana xwe ji dest dide. Polîtîkayên tolhildêr ên AKP'ê ku ti eleqeya xwe bi nirxên însanî, wijdanî û exlaqî nîne, rê li ber mirinan vedikin."
Di peyamê de wiha hat gotin: "Herî dawî rêhevalê me Ramazan Ozalp gihaşt şehadetê. Rêheval Ramazan 20 salan di zîndanê de maye, ji ber nehatiye tedawîkirin û berdan şehîd ketiye. Di nav şert û mercên herî giran de hem li derve hem jî di jiyana li zîndanê de ji têkoşîna xwe tawîz nedaye û biryardarî û rûmetdarî tevgera azadiyê temsîl kiriye. Em rêhevalê xwe Ramazan bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin, soz didin ku em ê xeyalên wî yên nîvco mayî bicih bînin, ji malbat û xizmên wî re sersaxiyê dixwazin."