Ji KCK'ê ji bo malbata Felekedîn Kakeyî sersaxî

Ji KCK'ê ji bo malbata Felekedîn Kakeyî sersaxî

KCK'ê bi daxuyaniyekê ji malbat û xizmên siyasetmedar û rewşenbîrê Kurd Felekedîn Kakeyî re sersaxî xwest.

Di daxuyaniya li ser navê Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê de ji bo Kakeyî hat gotin, "Kesayetekî heta dawiya temenê xwe xizmet ji Kurdan re kiriye, ji nêz ve bi hemû parçeyên Kurdistanê re eleqedar bûye û girîngiyeke mezin daye yekîtiya neteweyî."

Di peyama KCK'ê de wiha hat gotin: "Felekedîn Kakeyî, siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarekî rêzdar ê temenê xwe daye Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê. Heta dawiya temenê xwe ji Kurdan re xizmet kiriye. Bi her çar parçeyên Kurdistanê re ji nêz ve eleqedar bûye, girîngiyeke mezin daye yekîtiya neteweyî. Bi tevgera me ya azadiyê re ji nêz ve têkilî daniye. Ji bo kampanya azadiya Rêber Apo, li Başûrê Kurdistanê kedeke mezin daye. Ji ber vê yekê em bi rêzdarî û minet wî bi bîr tînin.

Her tim bi wijdanê rewşenbîriyê li bûyeran temaşe kiriye û bawerî daye gel û dostên xwe. Lewma li her çar parçeyên Kurdistanê hatiye hezkirin. Wê bi vê kesayetiya xwe re, wê her tim weke rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskarekî xizmet daye gelê xwe were bîranîn.

Emê weke dostekî xwe yê baş ê dixwest bibe wijdanê Kurdan wî bibîr bînin û bîranîna wî bi afirandina Kurdistana azad û demokratîk jîndar bikin û yekitiya Kurdan li ser bîranîna wî biafirînin."