Ji Însiyatîfa Gel banga kombûna li Serêkaniyê
Ji Însiyatîfa Gel banga kombûna li Serêkaniyê
Ji Însiyatîfa Gel banga kombûna li Serêkaniyê
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê bal kişand ser meş û çalakiya nobedê ya 4-5-6'ê Tebaxê li Serêkaniya ser xetê û bi gotina, "Pêşeroja rojava pêşeroja tevahiya Kurdistanê ye" banga berxwedana giştî kir.
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, ji bo meşa 4'ê Tebaxê û çalakiya nobedê ya 5-6'ê Tebaxê li navçeya Riha Serêkaniyê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Însiyatîfê diyar kir ku di kesayetiya Rojava de pêşeroja azad a Kurdistanê hedef tê girtin û destnîşan kir ku êrîş ne tenê ji aliyê çeteyan ve tên kirin, li pişt êrîşan hêzên herêmî û navnetewî yên naxwazin Kurd azad bibin, hene.
Însiyatîfê di daxuyaniya xwe de ji bo siyasetmedarê Kurd Îsa Huso yê di encama sûîkastê de jiyana xwe ji dest da sersaxî xwest û got, "Siyasetmedarê Kurd Îsa Huso ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de kurekî xwe şehîd daye û di oxira wê de bi salan kedeke mezin daye, di encama êrîşeke adîlane û bê ehlaq jiyana xwe ji dest da. Diyare ku li pişt vê êrîşê dewleta Tirk, îstîxbarat Sûriyê û hin xayinên Kurdan hene. Weke gelê Kurd em vê komkujiya namert bi hêrs û kîneke mezin lanet dikin û soz dikin ku emê tola wê hilînin."
Însiyatîfê bal kişand ser êrîşên li dijî Rojava û ev bang kir:
"Di vê dema ku bi her awayî li dijî netewa Kurdistanê êrîşên giştî bi dijwarî tên kirin de, em bang li tevahiya gelê xwe dikin ku di kesayetiya Îsa Huso de bi giyana seferberiyê xwedî li şoreşa Rojava derkeve û di 4'ê Tebaxê de bimeşe Serêkaniya ser xetê û berpirsyariyên xwe yên seferberiya netewî bi cih bînin. Em bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikin bi giyana seferberiyê di meşa 4'ê Tebaxê û nobeda 5-6'ê Tebaxê de cih bigirin û bi şiyara "Pêşeroja Rojava pêşeroja Kurdistanê ye" xwedî li Rojavayê Kurdistanê derkevin û bi berxwedana giştî rabin serhildanê."