Ji gundên sînor nerazîbûna li dijî herêma ewlekariyê
Ji gundên sînor nerazîbûna li dijî herêma ewlekariyê
Ji gundên sînor nerazîbûna li dijî herêma ewlekariyê
HDP û DBP’ê li gundên navçeya Pirsûsa Rihayê yên li ser sînorê Kobanê civînek têkildarê hewldanên “herêma ewlekariyê” yên hukûmet AKP’ê de şo dar xistin. Şêniyên gund dan zanîn ku dixwazin bi van pêkanînan Kobanê û Pirsûsê ji hev qut bikin û dan zanîn ku bihayê wê çi be jî ew ê ji gundên xwe neçin.
Rêveberên HDP û DBP’ê li gundên li ser sînor ên Pirsûsê piştî civîna bi keyayên gundan re vê carê derbarê hewldanên “herêma ewlekariyê” yên hukûmeta AKP’ê de bi gelê gundan re civîneke din pêk anî. Gundiyan nerazîbûn nîşanî vê hewldana AKP’ê da û dan diyarkirin ku ew ê dest ji gundên xwe bernedin.
Parlementerên HDP’ê Îbrahîm Ayhan, Îbrahîm Bînîcî û Aysel Tûglûk, tevî rêveberên bajar û navçeyan ên DBP’ê derbarê “herêma bi ewle” de bi gundiyên li ser sînor re civînek li dar xistin. Civîna li Gundê Kesmê yê Pirsûsê pêk anîn de bi dehan kes amade bûn. Parlementerên HDP’ê da zanîn ku ew ê avakirina “herêma bi ewle” qebûl nekin û diyar kirin ku ev herêma bi ewle ji bo destekê bidin çeteyên DAIŞ’ê tînin rojevê. Gundiyan da zanîn ku ew ê tu carî dest ji gundên xwe bernedin.
Heyeta HDP’ê piştre jî çû gundên ser sînor Boydê, Henêrk û Kolik û bi welatiyan re civîn pêk anîn.


