Ji gerîlayan li hemberî înşaeta HES’ê çalakiya hişyariyê
Ji gerîlayan li hemberî înşaeta HES’ê çalakiya hişyariyê
Ji gerîlayan li hemberî înşaeta HES’ê çalakiya hişyariyê
Navenda Çapemenî û Ragihandina HPG’ê (NÇR-HPG) diyar kir gerîlayên HPG’ê li hemberî xebatên santrale yên hîdroelektrîk ên li zozana Şavşat Alabalik a Artvîn demeke tê meşandin bi armanca hişyariyê çalakiyek pêk anîne.
NÇR-HPG’ê diyar kir artêşa Tirk di navbera navçeyên Amedê yên Licê û Pasûrê de xebatên kemîndanînê pêk anîne û li ser herêma Çemçe ya Qersê jî keşif pêk anîne.
NÇR-HPG’ê ku daxuyaniyeke nivîskî weşand wiha got:
“Demeke li zozana Şavşat Alabalik a Artvîn xebatên çêkirina hîdroelektrîk dimeşînin. Ji aliyê gerîlayên me ve dozer û mîkserek ên li vê santralê dixebitin bi armanca hişyariyê şewitandine.”
NÇR-HPG’ê her wiha ragihand artêşa Tirk di navbera navçeyên Amedê yên Licê û Pasûrê de xebatên kemîndanînê pêk aniye û wiha got: “Çend roj in yekîneyên aîdî artêşa dewleta dagirker a Tirk di navbera navçeyên Amedê yên Licê û Pasûrê de xebatên kemîndanînê pêk tînin.
Dîsa di navbera 10’ê Cotmehê saet 22.00 û 11’ê Cotmehê saet 07.00’an balafirên bêmirov ên dewleta Tirk li ser herêma Çemçe ya Qersê keşfên zêde pêk tînin.”