Ji DÎHA'yê 3 rojnamevanan serlêdana hevdîtina bi Ocalan re kirin
Ji DÎHA'yê 3 rojnamevanan serlêdana hevdîtina bi Ocalan re kirin
Ji DÎHA'yê 3 rojnamevanan serlêdana hevdîtina bi Ocalan re kirin
Piştî ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da xuyakirin ku eger ew li Îmraliyê bi çapemeniyê re were cem hev wê ji bo rêveçûna pêvajoyê gelekî girîng be, rojnamevan ji bo bi Ocalan re hevdîtinê bikin, serî li Wezareta Edaletê didin.
Edîtorên Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê-DÎHA Îbrahîm Aslan û Omer Çelîk û nûçegîhana DÎHA'yê Pinar Ûral serî li Wezareta Edaletê dan û xwestin biçin Girava Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtinê pêk bînin.
Rojnamevanan di serlêdana xwe de bal kişandin ser girîngiya pêvajoyê û destnîşankirin ku ji ber rola girîng a Ocalan, eger nêrînên xwe bi rêya rojnamevanan bi raya giştî re parve bike, wê bandoreke erênî li pêvajoyê bike.
Beriya niha ji rojnameya Radîkalê Mudurê Nûçeyan ê Enqerê Omer Şahîn jî serî li Wezareta Edaletê dabû.
Nivîskar û rojnamevan Hasan Cemal jî di daxuyaniya xwe ya ji bo ANF'ê de diyar kiribû ku ew piştgiriyê dide pêşniyara Ocalan û gotibû, "Ji bo ev pêvajo rastî pirsgirêkan neyê û hîn bêtir feydê li pêvajoyê bike, daxwazeke bi vî rengî dibe. Di vê çarçoveyê de eger bi komeke ji rojnamevanan re hevdîtinê bike û nêrînên xwe rû bi rû bi raya giştî re parve bike, wê ji bo pêvajoya aştî û çareseriyê, karekî baş were kirin."