Ji Bûrkan El-Firat li rojavayê Kobanê çalakî

Ji Bûrkan El-Firat li rojavayê Kobanê çalakî

Hêzên Bûrkan El-Firat li gundên rojavayê herêma Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakî lidar xistin. Di encamê de gelek çete hatin kuştin.

Şevê din li rojhilat û başûrê herêma Kobanê di navbera şervanên YPG'ê û çeteyên DAIŞ'ê de pevçûnên dijwar qewimîn û heta niha dewam dikin. Çeteyên ku li hemberî berxwedana YPG'ê nikarin bi pêş ve biçin, welatiyên sivîl dikin hedefa segvan û hawanan. Heta niha ti encamên zelal ên van pevçûnan nehatine bidestxistin.

Li eniya rojavayê Kobanê jî, hêzên Bûrkan El-Firat ku ji YPG û Artêşa Azad ve pêk tê bi piştgiriya çekên giran ên Pêşmegeyan li gundên Erbûş, Menazê û Elî Bilor li dijî çeteyên DAIŞ'ê çalakî kirin. Di encamê de gelek çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.