Ji bo zarokên Kobaniyî kursên hunerê vebûn
Ji bo zarokên Kobaniyî kursên hunerê vebûn
Ji bo zarokên Kobaniyî kursên hunerê vebûn
Ji bo zarokên Kobaniyî yên li wargeha ji konan dimînin, kursên çand û hunerê hatin vekirin. Di kursên di bin banê Navenda Çand û Hunerê a Amara de hatin vekirin, ji zarokan re waneyên erbane, govend, drama û şano tê dayîn.
Bi hezaran Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê li Pirsûsê bicih bûn, li wargehên ji konan ên lê dimînin hewl didin jiyaneke nû ava bikin. Xebata destpêkê ya dildarên li wargehên ji konan aktîvîteyên perwerde, çand û hunerê ye. Komek ji dildaran a Navenda Çand û Hunerê ya Amara ya Şaredariya Pirsûsê, li wargehên ji jonan ji bo zarokan kursên çand û hunerê vekir. Bi van kursên ji bo zarokên Kobaniyî re, heftê sê rojan perwerdeya govend, erbane, drama û şano tê dayîn.
Xebatkara Navenda Çand û Hunerê ya Amara Cîhan Yildiztekîn a kursan oganîze dike got, "Weke Navenda Çand û Hunerê ya Amara, me li wargehên ji konan dest bi kursan kirin. Di kursên me de waneyên erbane, govend, drama û şano tên dayîn. Ji konan 100 xwendekarên me qeyda xwe çêkirine. Em li bendê ne ku ev hejmar di rojên pêş de zêdetir bibe. Di nava hefteyê de wê sê rojan di kursan de perwerde bê dayîn."


