Ji bo şehîdên Rojava li Ludwigshafen’ê mewlûd
Ji bo şehîdên Rojava li Ludwigshafen’ê mewlûd
Ji bo şehîdên Rojava li Ludwigshafen’ê mewlûd
Li bajarê Elmanya Ludwigshafenê Kurdên li Mizgefta Brahîm Xelîl hatin cem hev, mirovên li Rojava jiyana xwe ji dest dan, mewlûd xwendin.
Mele Abulkadîr beriya mewlûdê axaftineke kurt kir û diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê rûmeta gelê Kurd û xwest her Kurd xwedî li Rojava derkeve. Mele Abdulkadîr da xuyakirin ku divê Kurd li dijî zilmê derkevin û banga alîkariya maddî ji bo Rojava kir.
Piştî axaftinê, ji bo şehîdên Rojava mewlûd hat dayîn û dûa hatin xwendin. Kurdên li mizgeftê, piştî mewlûdê di nava xwe de 3 hezar Euro pere kom kirin û wê ji Rojava re were şandin.