Ji bo Korkmaz ê HPG'yî merasîma leşkerî
Ji bo Korkmaz ê HPG'yî merasîma leşkerî
Ji bo Korkmaz ê HPG'yî merasîma leşkerî
Gerîlayê HPG'ê Serhildan Birîndar (Erhan Korkmaz), li Qendîlê bi merasîmeke leşkerî hat oxirkirin.
Ji bo gerîlayê HPG'ê Serhildan Birîndar ê berî du rojan ji ber lêdana birûskê jiyana xwe ji dest da, li Herêmên Parastinê yên Medyayê, li Şehîdgeha Gerîla ya Mehmed Karasûngûr a li Qendîlê merasîmeke leşkerî hat lidarxistin. Di merasîmê de li gel endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir, endama Koordînasyona KJK'e Dîlan malatya û fermandarên HPG û YJA STAR'ê bi dehan gerîla amade bûn.
Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Fatma Adir li merasîmê axivî, di kesayetiya Serhildan Birîndar de hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurd bibîr anî û ji malbat û hevalên wî yên rêya têkoşînê sersaxî xwest. Adir di dewama axaftina xwe de got, "Li gel şerê me yê 40 sal in li hemberî dijmin dimeşînin, em li hemberî mercên zehmet ên xwezayê jî têdikoş in. Hevalê me Serhildan dema di mercên bi vî rengî yên zehmet ên xwezayê de têdikoşiya, gihişt şehadetê. Têkoşîna wî û têkoşîna li Kobanê heman têkoşîn e. Em soza xwe ya dilsoziya bi bîranîn û hesreta wî ya azadiyê, dubare dikin."
Li dû axaftinan, cenazeyê Serhildan Birîndar li ber çepik û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Şehîd Namirin", "Bijî Berxwedana Gerîla" hat veşartin.



