Ji bo girtiyên nexweş 250 hezar îmze hatin komkirin
Ji bo girtiyên nexweş 250 hezar îmze hatin komkirin
Ji bo girtiyên nexweş 250 hezar îmze hatin komkirin
Li Wanê di çarçoveya kampanya îmzeyan ya ji bo serbest berdana girtiyên nexweş hatiye destpêkirin, 250 hezar îmze hatin komkirin.
Li Wanê ji aliyê TUYAD-DER'ê ve ji bo 434 girtiyên nexweş serbest bên berdan di 19'ê Hezîranê de kampanyaya îmzeyan hat destpêkirin. Kampanya dê 19'ê tîrmehê de bi dawî bibe û heta niha li Wanê 250 hezar îmze hatin berhevkirin. Îmzeyên ku di çarçoveya kampanyayê de hatin berhevkirin dê ji Serok Komarê Tirk Abdullah Gul, Serokwezîr Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Dadê yê Tirk Sadullah Ergîn re bên şandin.
Serokê TUYAD-DER'a Wanê Ehmed Aygun derbarê kampanyayê agahî da û diyar kir ku, dê di 19'ê Tîrmehê de kampanyayê bi dawî bikin û daxuyaniyê bidin. Aygun anî ziman ku, di destpêkê de li 4 navendên bajar standên îmze vekirine û 27 hezar îmze berhevkirin û wiha got: "Piştre me kampanya li navçe û gundan berdewam kir û li van deran îmze berhev kir. Ev bi qasî mehekî ye xebatên me didomin û heta niha 250 hezar îmze hatin berhevkirin. Li girtîgehê 434 girtiyên nexweş hene û divê 156 girtî demildest bêne dermankirin. Divê girtiyên nexweş yên rewşa wan girane, teqez serbest bên berdan." Aygun bang li raya giştî kir ku di vê mijarê de bi hişyar tevbigerin.