Ji bo 3 gerîlayên PKK'ê mewlûd hat dayîn

Ji bo 3 gerîlayên PKK'ê mewlûd hat dayîn

Li MEGAM-DER'ê bi pêşengiya ciwanan û malbatê gerîlayên PKK'ê mewlûdek hat dayîn. Di mewlûdê de ciwanan bal kişan ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin. Her wiha dayîka gerîlayê PKK'ê Nûretîn Alkan (Cotkar) Emîne Alkan jî axaftinek kir û got: “Cotkar, tenê ne şehîdê me ye, şehîdê hemû gelê Kurdistanê ye. Şehîdê me dê her dem di dilê me de bijî û dê riya me ronî be."

Şevê din Komeleya Navenda Lêkolîna Ciwanan a Mezopotamya (MEGAMDER) û malbatên gerîlayên PKK'ê yên di salên cuda de jiyana xwe ji dest dane, Nurettîn Alkan ( Kevnar), Murat Alinak (Tevger) û Nurettîn Alkan (Cotkar) li navenda MEGAMDER'a li navçeya Rezan a Amedê mewlûd da. Di mewlûdê de ligel bi sedan welatî nûner û rêvebirên MEYADER, KURDÎ-DER, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, melayên DÎYADER'ê û xebatkarên rojnameya me amade bûn. Destpêkê meleyan bi Kurdî mewlûd xwend û ji bo şehîdan dua hatin kirin. Piştre ji bo hemû kesên jiyana xwe ji dest dane deqîqeyek rêz hat girtin.

Piştî rêzgirtinê yek ji xwendekara MEGAMDER'ê axaftinek kir û balkişan ser pêvajoya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin û polîtîkayên dewletê yên wekî çêkirina qereqola, HES, bendav û zêdekirina pergala cerdevantiyê. Her wiha bal hat kişandin ser tendûristiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hat xwestin ku di pêvajoya çareseriyê de divê şert û mercên Ocalan bên sererastkirin û bê azadkirin.

Dayîka gerîlaya PKK'ê Nurettîn Alkan (Cotkar) ê di sala 1993'yan de tevlî refê PKK'ê bû û di sala 1994'an de li gel 4 hevalên xwe, Ramazan Gurbaz (Piling), Çelebî Bîlge (Kendal) û Metîn Malgîn (Delîl) li Çewlikê di pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wan di 7'ê hezîrana 2013'an de hatibû wergirtin, Emîne Alkan di mewlûdê de axîvî. Dayika Akan di destpêka axaftina xwe de xêrhatina hemû kesên tevlî mewlûdê bûne kir û wiha got: "Hûn hemû bi xêr hatine. Cotkar, tenê ne şehîdê me ye, şehîdê hemû gelê Kurdistanê ye. Şehîdê me dê her dem di dilê me de bijî û dê riya me ronî be."