Ji ber bahoza Îrmayê herî kêm 40 kes mirin

Bahoza Îrmayê, ku bandor li Amerîka Navîn û peravên başûrê rojhilat ê DYA kir, di nava 10 rojan de rê li ber bîlançoyeke giran vekir.

Bahoza Îrmayê, ku Karabîk serûbin kir, herî dawî gihîşti Florîdayê. Şîdeta Îrmayê, ji asta 5'an ku ev yek kategoriya herî bilind e, daket 1'ê. Lê belê tê gotin, bahozê ji Karabîkê heta Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) zerareke mezin daye û bûye sedem ku bi dehan kes jiyana xwe ji dest bidin.

Bahoza Îrmayê, di nava 10 rojan de bi qasî 7 hezar kîlometreyî çû û tê texmînkirin, ku heta niha herî kêm 40 kes ji ber bahozê mirine. Piraniya mirovên ji ber vê bahozê mirin, li Karabîkê û giravên Amerîka Navîn mirin.

Tenê li Kubayê 10 kesî jiyana xwe ji dest dan. Li DYA 3, li Meksîkayê jî herî kêm 2 kes mirin.

Hejmara mirovên li giravên Saînt-Barthelemy, Saînt-Martîn û Angûîllayê, herî kêm 15 ye.

Bahozê yekser bandor li 40 mîlyon kesî kir. Tenê li eyaleta Florîda ya DYA'yê zêdeyî 6 mîlyon kes neçar man malên xwe biterikînin.