Ji Asya Ebdûllah banga 'korîdora alîkariyê'

Ji Asya Ebdûllah banga 'korîdora alîkariyê'

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûllah a di berxwedana Kobanê de cih digire, da xuyakirin ku ji bo berxwedana li dijî êrîşên hovane yên çeteyên DAIŞ'ê bidomînin pêwîstiya wan bi "korîdora alîkariyê" heye û bang li hêzên navneteweyî kir, ku vê daxwaza wan li ber çavan bigirin.

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûllah a niha li Kobanê ye û di eniya berxwedanê ya li dijî DAIŞ'ê de cih digire, der barê berxwedana li nava bajêr de agahî da.

Ebdûllah diyar kir ku çete bi çekên giran êrîşî Kobanê dikin û destnîşan kir ku YPG û YPJ li dijî vê berxwedaneke mezin nîşan didin. Ebdûllah da xuyakirin ku ji bo ev berxwedan dewam bike, pêwîstiya lezgîn bi korîdora alîkariyê heye û ji hêzên kaolîsyonê xwest, ku vê daxwaza wan li ber çavan bigirin.

Ebdûllah ragihand ku li nava bajêr pevçûnên kolanan dewam dikin û anî ziman ku YPG bi awayekî serketî li ber xwe dide. Ebdûllah da zanîn ku tevî vê yekê jî DAIŞ bi çekên giran ên li derveyî bajêr bicih kiriye re, qadên mirovên sivîl lê dijîn bombebaran dike û ev yek bûye sedema windahiyên sivîl. Ebdûllah anî ziman ku girîng e kaolîsyon bombebarana nuqteyên DAIŞ'ê dewam bike û destnîşan kir ku ev yek ji bo parastina sivîlan gelekî girîng e.

Hevseroka PYD'ê Asya Ebdûllah diyar kir ku DAIŞ ji Reqa, Minbic, Cerablûs, Sarrîn, Tel Ebyad û Ayn Issa timî hêzên nû û çekên giran tîne û ragihand ku pêwîstî bi êrîşên bi bandor heye ku pêşî li van teqwiyeyan bigire.

Ebdûllah da xuaykirin ku DAIŞ'ê bi taybetî li bajarê Ayn Issayê gelek tankên rejîmê bi dest xistiye û niha li hemberî Kobanê bikar tîne.