Ji Amaral a Brezîlî desteka ji bo kampanya îmzeyan
Ji Amaral a Brezîlî desteka ji bo kampanya îmzeyan
Ji Amaral a Brezîlî desteka ji bo kampanya îmzeyan
Lîssa Do Amaral Çalişkan a Brezîlî ku beriya du salan bi navbeynkariya hevalên xwe yên Krud ên li Emerîkayê hevdu nas kir, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna Kurd nas kir û li welatê xwe yê bi armanca betlaneyê çû bû 200 û li Îngilîstanê jî 150 bi giştî 350 îmze ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kom kir.
Lîssa Do Amaral Çalişkan a Brezîlî beriya du salan li eyaleta San Francisco ya Emerîkayê, bi rêya hevalên xwe yên Kurd, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û têkoşîna Kurdan a li çar parçeyan nas kir. Amaral bi Kurdekî bi navê Mehmet Çalişkan re zewicî û li Îngilîstanê bicih bû. Eleqeya Amaral a ji têkoşîna azadiyê re li vir jî dewam kir. Bi armanca piştgirîdayîna kampanya ji bo azadiya Serokê Giştî yê KCK'ê Abdûlllah Ocalan li Îngilîstanê bi însiyatîfa xwe li bajarê Croydonê û dûre jî li welatê xwe Brezîlyayê îmze kom kir.
Amaral îmzeyên berhev kir radestî rêveberê Sussex Kurdish Comminity Çekdar Soylû kir û diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye wê Kurd azadiya xwe qezenç bike. Der heqê nasîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gelê Kurd û Kurdistanê de Amaral got, "Bandora hevalên min li ser nêrînên min ên der heqê Kurd û Kurdistanê de hebû. Lê belê beriya bizewicim min li ser înternetê lêkolîn kirin û xwe gihand gelek çavkaniyan. Vê yekê kelecaneke mezin da min."
Amaral şoka ku di dema lêkolînên xwe de lê rast hatiye jî anî ziman û diyar kir ku ew li pêşberî ewçend asîmîlasyona mezin a li dijî gelê Kurd hem matmayî maye hem jî xemgîn bûye.
Amaral da xuyakirin ku ew hewl dide bi siyasetmedarên Kurd ên tên Îngilîstanê re kar bimeşîne, Hevseroka BDP'ê Gultan Kişanak a beriya salekê ji bo konferansê hatibû bandorek mezin li wê kiriye û dîtiye ku jinên Kurd di siyasetê de gelekî bi bandor e.
Amaral her weha anî ziman ku ew gelekî xemgîn dibe ku gelek Kurd ê ew nas dike bi Kurdî nizane biaxive û bixwîne û got, "Kurdan ji bo ziman û çanada xwe bijîn, dest bi têkoşînê kirin. PKK'ê di nava tevahiya Kurdan de têgihiştineke netewî afirand. Di van salên ku Kurd wê azadiya xwe bi dest bixin de, gelekî girîng e ku KUrd bi zimanê xwe bixwîne û biaxive."
Amaral diyar kir ku ewê bi hevserê xwe re bi Îngilîzî li hev dikin, lê wê di demeke kin de fêrî Kurdî bibe û hevserê wê jî xwe fêrî Portekîzî bike.