Îso yê DAIŞ'ê ew dîl girt: Dema hêviya wan li Kobanê şikest em berdan
Îso yê DAIŞ'ê ew dîl girt: Dema hêviya wan li Kobanê şikest em berdan
Îso yê DAIŞ'ê ew dîl girt: Dema hêviya wan li Kobanê şikest em berdan
Xemgîn Îso (19) ê bi 160 kesan re berî neh mehan dîl hat girtin û pêr hat berdan, behda rojên dîlgirtinê kir. Îso ragihand ku destpêkê li zarokan piştre jî li wan bi zincîrê îşkence hatiye kirin û got, "Bi wesaîta bombebarkirî xwestin me hemûyan qetil bikin." Îso destnîşan kir ku ji ber nekarî Kobanê têk bibe moralê DAIŞ'ê têk çûye.
Çeteyên DAIŞ'ê, beriya 9 mehan 160 kesên ji Kobanê diçûn Qamişlo di rê de dîl girtibûn ku di nav de jin, zarok û mirovên extiyar jî hebûn. Kobaniyiyên li başûrê bajarokê Girê Spî dîl hatin girtin, rastî pêkanînên li derveyî mirovahiyê hatin. Xemgîn Îso yê di heman komê de cih digirt û pêr hat berdan, 9 mehên tirsnak ên dîlgirtinê vegot. Îso anî ziman ku berî 9 mehan di rê de ew ketine kemînê û çeteyan ew bigiren gundê Aliya yê Girê Spî, ji wir derbasî Girê Spî kirine û di nava wan de jin û zarok jî hebûn.
'ÎŞKENCE LI ME HEMÛYAN KIRIN
Îso diyar kir ku ji zarokan dest bi îşkenceyê kirine û dûre îşkence li wan hatiye kirin û got, "Bi zincîran li me didan." Îso anî ziman ku çeteyan hin wêne nîşanî wan didan û got, Ji me re digotin, ev kadroyên YPG, PKK'ê ne. Hûn van nas dikin? Li kîjan aliyê Kobanê dimînin? Bi taybetî dixwestin hîn bibin ka fermandarên YPG'ê yên li Kobanê kî ne. Ji ber ku me nedizanîbû, me tiştek nedigot, tevî vê jî îşkence li me dikirin."
Xemgîn Îso ragihand ku ew ji Girê Spî birine Reqqayê, di zîndaneke tarî de hatine ragirtin û got, "125 kes li wesayîtan siwar kirin û birin Reqqayê. 35 kesên ku ez jî di nav de bûm, ji ber cih tinebû nebirin. Lê belê lêpirsîna me her tim dewam dikir. Li pêş çavê min du kes kuştin, van kesan hînê ruhê xwe teslîm nekiribûn, ji me xwestin ku em xwîna wan paqij bikin. Yek jê jî hînê nemiribû, gule berdanê û ew kuştin. Piştre em hemû birin Reqqayê, li bodrûmeke tarî ya dibistanekê em bicih kirin. Bi derve re ti diyaloga me nemabû."
'BI KAFÎRTIYÊ EM SÛCDAR DIKIRIN'
Xemgîn Îso diyar kir ku çeteyên DAIŞ'ê nimêj nedikirin, lê tevî ku wan nimêj dikirin jî bi "kafîrtiyê" ew sûcdar dikirin û got, "Tevî me di hucreyê de jî nimêj dikirin ji me re digotin 'Hûn kafir in, bê ol û bê îman in, hûnê bimirin'. Lê ti ji wan nimêj nedikirin. Xwarina kufikî, savara hişk didan me, me ew bi avê nerm dikir û dixwar. Rojekê dema min nimêj dikir, ji nêza ez gêj bûm û ji ser hişê xwe çûm."
DÎLGIRTIYAN JI BO PEVGUHERTINÊ RADIGIRIN
Xemgîn Îso da xuyakirin ku ji bo "emîrên" xwe ji destê YPG'ê rizgar bikin sivîlan û mirovên bêguneh dîl digirin û diyar dikin ku eger bersiv ji pêşniyara wan re neyê dayîn ew ê hemû sivîlan bi wesayîtên bombebarkirî de îmha bikin. Îso got, "Me ji wan pirsî ku çima em dîl girtine. Ji me re gotin '6 emîrên me di destê YPG'ê de ne, ji bo pevguhertinê em we radigirin'. Dûre ji me re gotin, 'hûn jî tevlî cîhadê bibin, wan YPG'yiyên kafir ji xaka xwe derxînin, binêrin ew jî we naxwzin'. Me jî ji wan re gotin, em mirovên sivîl in, ne pêkane ku eleqeya me bi YPG'ê re hebe, ji ber ku hûn jî dizanin ji bo xebatê em çûn. Lê belê bersiva wan amade bû, ji me re digotin, 'Hûn ji bo li Iraqê perwerdeyê bibînin û êrîşî me bikin diçin'. Lê tiştekî wiha tinebû."
Îso got, "Carekê xwestin bi wesayîteke bombebarkirî me hemûyan qetil bikin" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Lê dest ji vê berdan. Ji ber ku dema hingî êrîşên li hemberî Kobanê destpê kirin, dest ji kuştina me berdan."
MORALÊ ÇETEYAN TÊK ÇÛYE
Xemgîn Îso got, "Di dema êrîşên li hemberî Kobanê de dihatin ji me re di gotin, 'Kobanê bay bay, êdî li wir wê cîhad hebe'. Dîmenên şerê bi rojan bi me didan temaşekirin. Di dîmenan de moralê wan gelekî baş bû, lê êdî me nedixwest bijîn. Herî dawî dîmenên xwe yên heta Kobanê anîn nîşan dan. Piştre dema li Kobanê gelek milîtan hatin kuştin, moralê wan nemabû. Yên mirovên wan di nava YPG'ê de hebû, kuştin. Dema em berdan, pereyê ji me stendibûn nedan, bi tenê pereyê rê da û xwestin em Sûriyeyê bi temamî biterikînin. Lê belê ji ber ku DAIŞ'ê nekarî Kobanê têk bibe, moralê wê têk çûye."