Îranê zextên li hemberî Kurdan zêde kiriye

Îranê zextên li hemberî Kurdan zêde kiriye

4 Kurdên ji Salmasê ji aliyê hêzên Îranê ve hatin binçavkirin, rastî êşkence û pêkutiyên dij-mirovatiyê hatin û gef li wan hat xwarin.   

Hat ragihandin ku hêzên rejîma Îranê 4 Kurdên ji gundê Bruşxuran ê girêdayî Salmasê yên bi navê Şemseddîn Eywerî, Behruz Lacurd, Îsmaîl Lacurd û Qadir Cîhangîrzade bi hinceta alîgirên yek ji partiyên Kurdan e hatine binçavkirin, rastî êşkenceyê, pêkutiyên dij-mirovatî hatine û gef li wan hatine xwarin.

Beriya niha bi çend rojan jî Kurdistaniyekî bi navê Şehruz Cîhangîrzade li ser rêya gundê Gube ya Salmas di encama êrîşên pasdarên rejîma Îranê de jiyana xwe ji dest dabû. Heya niha jî derbarê qetilkirina Cîhangîrzade de tu lêpirsîneke qanûnê nehatiye destpêkirin..