IPC: Gelê Xezayê bi rîskek mezin a xelayê re rû bi rû ne

Li gorî rapora ku ji aliyê Çarçoveya Tansîfkirinê ya Ewlehiya Xureka Entengre (IPC), li Şerîda Xezeyê ku bêhtirî 19 meh in şer lê didome û zêdetirî 2 meh in alîkariyên mirovî lê tê astengkirin, bi rîskek mezin a xelayê re rû bi rû ye.

Di raporê de hişyariya ku heta meha Îlonê li herêmê ku dora 2, 1 mîlyon mirov lê dijîn, wê di aliyê xurekê de pirsgirêkên cidî bên jiyîn, tê kirin. Hat diyarkirin ku nêzî 470 hezar kes ku nêzî ji sedî 22’yê vê nifûsê ne, wê birçîbûna asta 'keraset' bijîn.

Nirxandina navborî bi xebatên hevpar ên rêxistinên ser bi NY, saziyên alîkariya mirovî û saziyên din ên pispor ve hate amadekirin.