ÎHD’ê rapora 6 mehan aşkera kir
ÎHD’ê rapora 6 mehan aşkera kir
ÎHD’ê rapora 6 mehan aşkera kir
Komeleya Mafên Mirovan a Amedê (ÎHD) li avahiya ÎHD'ê daxuyaniya çapemeniyê pêk anî û rapora xwe ya 6 mehan aşkera kir. Serokê ÎHD'ê ya Amedê Parêzer Serdar Çelebî axifî û da zanîn ku piştî di 21'ê Adarê de agirbest hat îlankirin, sala borî kesên ku jiyana xwe ji dest dabûn, 12 hezar û 933 bûn, di 6 mehên dawî de jî ev hejmar daket 4 hezar û 318. Çelebî da zanîn ku daketina vê hejmarê bi pêvajoya çareseriyê ve girêdaye.
Di raporê de daneyên 2013'an û 2012'an hat mukayesekirin.
* Di şer de polîs û leşkerên ku birîndar bûn û jiyana xwe ji dest dan:
2012: 56 kesan jiyana xwe ji dest dan, 119 birîndar bûn
2013: Kesekî jiyana xwe ji dest da, 7 kes jî birîndar bûn.
* Di şer de gerîlayên PKK'ê ku jiyana xwe ji dest dane:
2012: 122 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 jê jî birîndar bûn
2013: 28 kesan jiyana xwe ji dest da.
* Kuştinên kiryar nediyar, kuştinên bêdaraz, sivîlên ku di şer de jiyana xwe ji dest dane:
2012: 19 kesan jiyana xwe ji dest dan, 78 kes birîndar bûn
2013: 12 kesan jiyana xwe ji dest dan, 29 kes jî birîndar bûn.
* Şaşiyên fermî û mirinên bi îhmal/kesên birîndar:
2012: 16 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 birîndar bûn
2013: 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, 4 kes birîndar bûn
* Jinên ku întîhar kirine:
2012: 14 jinan xwe întîhar kiriye û jiyana xwe ji dest dan, 4 jinan jî hewl dane xwe întîhar bikin
2013: 16 jinan întîhar kir, 9 jinan jî hewl dane xwe întîhar bikin
* Zilamên ku întîhar kirine:
2012: 19 zilaman întîhxar kiriye û jiyana xwe ji dest dane, 8 zilaman jî hewl dane xwe întîhar bikin
2013: 15 zilaman întîhar kiriye, 4 zilaman jî hewldane xwe întîhar bikin
* Zarokên ku întîhar kirine:
2012: 10 zarokan xwe întîhar kiriye û jiyana xwe ji dest dane, 3 zarokan jî hewldane xwe întîhar bikin 2013: 10 zarokan întîhar kiriye.
* Kesên ku hatine binçavkirin:
2012: 2675 kes hatine binçavkirin
2013: 639 kes hatine binçavkirin
* Kesên ku hatine girtin:
2012: 1006 kes hatine girtin
2013: 150 kes hatine girtin
Êşkence:
2012: 398 kes rastî êşkenceyê hatine
2013: 237 kes rastî êşkenceyê hatine
* Mudaxaleyên li ser bûyerên civakî:
2012: 73 kes rastî mudaxaleyê hatine, 122 kes birîndar bûne û hatine derpkirin
2013: 66 kes rastî mudaxaleyê hatine, 56 kes birîndar bûne û hatine derpkirin
Kesên ku rastî lêpirsîn û cezayan hatine:
2012: 1386 kes
2013: 445 kes
* Binpêkirina mafê mirovan ên di girtîgehê de:
2012: 1350 kes
2013: 872 kes
* Binpêkirinên aborî û civakî ya li hemberî mafan:
2012: 191 kes
2013: 501 kes
* Binpêkirinên din:
2012: 5258 kes
2013: 1203 kes