Hunermendên li ser sînor rastî êrîşa bi bombeya gazê hatin

Hunermendên li ser sînor rastî êrîşa bi bombeya gazê hatin

Hunermendên Hewldana Hunera Azad ên xwestin li ser sînor zincîra ji mirovan ava bikin, rastî êrîşa leşkeran a bi bombeyên gazê hatin. Di êrîşa ku guleyên rastî lê hatin bikaranîn de 2 jê hunermend 4 kes birîndar bûn. Hat îdîakirin ku di heman demê de destwerdan li aliyê din ê sînor jî hatiye kirin û di êrîşa li vir de jî jineke ku gule li serî ket, jiyana xwe ji dest da.

Hunermendên Hewldana Hunera Azad ên du roj in li Pirsûsê ne, ji bo piştgiriyê bidin berxwedana li ser sînor xwestin li gundê Boydê zîncîra ji mirovan pêk bînin. Hunermend ji aliyê welatiyên Kobanê yên li her du aliyan ve bi wesayîtên xwe disekinin û welatiyên gund ve bi dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Hunermend û hêzên YPG/YPJ'ê yên li Girê Tilşeîr li hemberî hev dirûşmeyên “Bijî Berxwedana Kobanê”, “Bijî Berxwedana YPG/YPJ” û “Bijî Serok Apo” berz kirin û piştre xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Li ser navê hunermendan Ferhat Tunç axivî û diyar kir ku ji daxuyaniyan wan re destûr nehate dayîn. Dema Tunç diaxivî leşkerên tirk bi bombeyên gazê êrîş li girseyê kir. Leşkeran tenê êrîş li welatiyên vî aliyê sînor nekirin êrîş li welatiyên din ên li aliyê din ê sînor jî kirin. Di êrîşê de ligel bombeyên gazê guleyên rastî jî hatin bikaranîn.

GELEK BIRÎNDAR HENE

Di encama êrîşa bi guleyên rast û bombeyên gazê hunermend Alî Baran û Adîl Aslan û welatiyên bi navê Mustafa Kiliç ê 75 salî û Naîf Aslan birîndarbûn û rakirin nexweşxaneyê. Tê gotin gelek kes ji ber bombeyên gazê birîndar bûn û hate hînbûn ku kesên birîndarbûn rakirin nexweşxaneyan.

TÊ GOTIN JINEK HATIYE QETILKIRIN

Leşkeran di heman demê de bi bombeyên gazê êrîş li welatiyên Kobanê yên li aliyê din jî kir. Di vê êrîşê de jî guleyên rast hatin bikaranîn. Hate îdîakirin ku di êrîşê de jinek ji serê xwe birîndar bû û jiyana xwe ji dest da. Hunermend li sînor sekna xwe didomînin.