Hunermendan bi sirûd û stranan destek dan zincîra ji mirovan

Hunermendan bi sirûd û stranan destek dan zincîra ji mirovan

Welatiyên li gundên li ser sînor bi armanca piştevaniya Kobanê nobedê digirin, rûyê xwe dan Kobanê û bi çalakiya zincîra ji mirovan re berxwedana Kobanê silav kirin. Hunermendên li ser banga Hewldana Hunera Azad hatin ser sînor, bi sirûd û stranan destek dan çalakiyê.

Ji roja ku çeteyên DAIŞ'ê dest bi êrîşên li hemberî Kobanê kirine û heta niha şervanên YPG/YPJ'ê bi berxwedana dîrokî bersivê didin çeteyan. Welatî jî ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê li ser sînor nobedê digirin. Welatiyên nobedar ji bo silavkirina berxwedanê, zincîra ji mirovan ava kirin. Hunermendên Hewldana Hunera Azad, ji bo piştgiriyê hatin ser sînor bi stranên xwe piştgirî dan çalakiya welatiyan. Hunermendan di hemwext de çûn gundê Mehser û Miseynterê ku çalakiya zîncîra ji mirovan lê tê kirin. Welatiyan jî bi berzkirina dirûşmeyan û tilîliyan reng dan çalakiyê.

Welatiyan bi destên hev girtin û berê xwe dan Kobanê. Welatiyan bi avakirina zîncîra ji mirovan berxwedana Kobanê silav kirin. Welatiyan bi berzkirina dirûşmên "Bijî berxwedana Kobanê" û "Bijî berxwedana YPG/YPJ'ê" dengê xwe gihandin aliyên din ê sînor. Di çalakiya ku ji 7 heta 70 salî welatî tevlibûn de hunermendan jî bi stran û sirûdan piştgirî dan çalakiyê. Hunermend ji bo tevli çalakiya gundê Mehserê bibin ber bi gund ve bi rê ketin.

Nobeda li ser sînor bênavber didome.