Hukûmeta Kobanê banga vekirina rêyeke bi ewle li NY'yê kir
Hukûmeta Kobanê banga vekirina rêyeke bi ewle li NY'yê kir
Hukûmeta Kobanê banga vekirina rêyeke bi ewle li NY'yê kir
Hukûmeta Herêma Kobanê bi daxuyaniyekê ragihand ku sivîlên li Kobanê bi komkujiyekê re rû bi rû ne û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku ji bo parastina sivîlan rêyeke mirovahiyê bi ewle veke.
Hukûmeta Herêma Kobanê bi daxuyaniyekê bang li civaka navneteweyî û NY kir û xwest ku ji bo parastina welatiyên sivîl ji komkujiyên çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê bila rêyeke bi ewle vekin. Hikûmetê her wiha ji Koalîsyona Navneteweyî xwest ku operasyonên xwe yên li dijî cihên komên çete zêdetir bikin.
Hikûmeta Herêma Kobanê der barê rewşa dawî ya herêma Kobanê û êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî herêmê, daxuyaniyek ji bo raya giştî da. di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Çeteyên DAIŞ'ê ji 14'ê Îlona 2014'an ve bi çekên giran dest bi êrîşên li dijî herêma Kobanê kirin. DAIŞ li dijî welatiyên sivîl komkujiyan pêk tîne.
Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ev 26 roj in li hemberî van êrîşên tund li ber xwe didin û parastina welatiyên sivîl ên li bajarê Kobanê û li ser sînor mane dikin.”
MIROVÊN SIVÎL DI METIRSIYA KOMKUJIYÊ DE NE
Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dorpêçkirina Herêma Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve dirêj bike wê jiyana mirovên sivîl bikeve metirsiyê.
DIVÊ ÊRÎŞÊN HEWAYÎ BÊN ZÊDEKIRIN
Her wiha di daxuyaniyê de ji civaka navneteweyî, koalîsyona Navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) hat xwestin ku operasyon û êrîşên xwe li dijî cih û navend û cihên çeteyên DAIŞ'ê li herêma Kobanê zêdetir bikin.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û hemû hêzên navneteweyî hat kirin ku bi awayekî lezgîn rêyeke bi ewle ji bo parastina welatiyên sivîl ên Kobanê ji bo komkujiyan vekin û ev rê di bin çavdêriya nûnerên Neteweyên Yekbûyî, Koalîsyona Navneteweyî de be.