HPG: Têkiliya navenda me bi bûyera Çewlikê re nîne
HPG: Têkiliya navenda me bi bûyera Çewlikê re nîne
HPG: Têkiliya navenda me bi bûyera Çewlikê re nîne
Fermandariya Biryargeha Parastina Gel, diyar kir ku tu talîmat û biryara çalakiyekê nehatiye wergirtin, bûyera li Çewlikê “rewşeke lokal e” û têkiliya wê bi fermandariye re tine ye. Fermandariyê diyar kir biryara ku KCK ji 15’ê Cotmehê û şûn ve bide ji bo wan girîng e.
Fermandariya Biryargeha Parastina Gel der barê berxwedana mezin a YPG/YPJ’ê ya li Kobanê û berxwedana Bakurê Kurdistanê ya ji bo piştgiriya Kobanê daxuyaniyek nivîskî li ser malpera xwe weşand. HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Kurdistanê geşadanên girîng pêk tên. HPG’ê di daxuyaniyê de da zanîn ku îro YPG/YPJ’ê li Kobanê qehremantiyek mezin nîşan dide û wiha got: “Gelê me ye Bakur ku li hemberî berxwedana ku li Kobanê pêk tê bêdeng nema û xwedî lê derket. Ev yek jî ji bo demokrasiya me ya netewe û xwedîderketina li nirxên me pir girîng e. Ev seknek bi wate ye. Em bi gelê xwe bawer in ku di çarçoveya meşruiyetê de ev sekna xwe berdewam bike û wê tu êrîş bi gelê me gav nede avêtin. Wê gelê Bakur, gelê Kobanê tenê nehêle. Em sekna gelê xwe ye Kobanê û Bakurê Kurdistanê silav dikin.”
HPG’ê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî tevgera girse ya gelê wan û daxuyanî wiha dom kir: “Dewleta Tirk û hevkarê wê yê kontra li dijî gelê me êrîşên qetlîamê pêk anîn. Her wiha ketine nav hewldanên ku tevgera gelê me ya mezin ku nîşan daye bi hin tiştên din re girê bidin. Di vê çarçoveyê de bûyerên şidetê pêk hatine. Di van bûyerên şidetê de welatên me yên welatparêz hatine qetilkirin. Em ji malbatên wan re sersaxî dixwazin. Em soz didin ku bîranînên wan di têkoşîna azadiya xwe de bidin jiyandin.”
HPG’ê di daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo pêvajoya çareseriyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan heta 15’ê Cotmehê dem diyar kiriye û wiha dewam kir: “Heta vê dîrokê di çarçoveya geşedanên ku pêk bên de, biryara KCK’ê bide ku vîna me ya siyasî ye girîng e. Di rewşa heyî de ji aliyê tevgera me ya siyasî ku vîna me temsîl dike, ji bo em li hemberî dewletê û hin aliyên din çalakî pêk bînin talîmat nehatiye dayîn. Ji ber wê jî heta niha tu çalakî û xebatên ku ji aliyê hêzên me ve pêk bên çênebûye. Di destpêkê de li Çewlikê û Kurdistanê êrîşên ku li dijî gelê me pêk hatine bi tevahî rewşa herêmî ye. Weke Fremandariya Navenda HPG’ê tu têkiliya van bûyeran bi navenda me re tune ye. Lê ev yek diyar e ku li dijî êrîşên ku li hemberî gelê me pêk hatiye, di çarçoveya parastina cewherî de mafê me ye mîsîleme heye.”