HPG: Balafirên şer ji ser Zagrosan nizm firiyan
HPG: Balafirên şer ji ser Zagrosan nizm firiyan
HPG: Balafirên şer ji ser Zagrosan nizm firiyan
Balafirên şer ên Tirk ji ser qadên Şehîd Rahîme, Çarçela û Cîlo yên Zagrosan, ji nizm firiyan. Hat ragihadin balafirên kefşê jî her li ezmanên herêmê difirin.
Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) daxuyaniyek da û got, "Roja 25'ê Tîrmehê saet di navbera 17.30 û 22.00'an de li qadên Şehîd Rahîme, Çarçela û Cîlo yên Zagrosan ên li Herêmên Parastinê yên Medyayê, balafirên şer ên artêşa TC a dagirker, ji nizm firiyane. Her weha li ser vê herêma me, balafirên keşfê her difirin."
Hat ragihandin ku di heman rojê de artêşa tirk bi obus û hawanan êrîşî qada Xapuşke ya navçeya Colemêrg Şemzînanê kir. Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn: "Di 25'ê Tîrmehê saet di navbera 22.00 û 22.30 de artêşa Tirk ya dagirker bi hawan û obusan qada Xapûşke bombebaran kiriye."