Hizbî Zehmetkêşan piştgirî da berxwedana gelê Rojavayê
Hizbî Zehmetkêşan piştgirî da berxwedana gelê Rojavayê
Hizbî Zehmetkêşan piştgirî da berxwedana gelê Rojavayê
Hizbî Zehmetkêşên Kurdistanê îro êrîşên komên çete yên li dijî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Rojava şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo Şoreşa Rojava nîşan da. Her weha bang li hemû aliyên Kurd, bi taybet bang li Herêma Federal Kurdistanê kir ku li hember van êrîşên hovane yên li dijî gelê Rojava bêdeng neminin û helwesta xwe ya netewî eşkere bikin.
Der barê berxwedana gelê Rojava, êrîşên komên çete yên wekî Eniya El Nusra û alikariya dewletên kû piştgirî didin wan hêzan de ji aliyê Hizbî Zehmetkêşên Kurdistanê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
Di daxuyaniyê de weha hat gotin:
"Em êrîşên komên çete yên li dijî Rojava şermezar dikin, bang li dewlet û hêzên ku piştgiriya van komên çete dikin alikariya xwe jê vekêşînin. Herwiha bang li tevayî aliyên Kurd yên her çar parçeyên Kurdistanê, bi taybet hikûmeta Herêma Kurdistanê û partiyên herêmê dikin ku li hember van êrîşên komên çete yên li dijî gelê Rojavayê Kurdistanê bêdeng nemînîn û van êrîşane şermezar bikin. Her weha bang li rêveberî û hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku bila rê nedin ew hêzên tarî yên kû ji Başûrê Kurdistanê ciwanan li ser navê ‘cîhadkirinê’ dişînin Rojava û Suriyê û li dijî Kurdan di nava komên çete de cihê xwe digrin û li hember Kurdan şer dikin. Pêwîste hikûmet van kesên kû serkêşiya van ciwanan dikin ceza bike û vê şebeya di xizmeta dijminên gelê Kurd de birûxîne."
Di dawiya daxuyaniyê hate gotin: "Em wek Hizbî Zehmetkêşên Kurdistan, di dîroka xwe ya tekoşînê de me her tim yekitî û yekrêziya gelê Kurd xwestiye. Lewra me her tim piştgirî û alikariya xwe ji bo Kurdên hersê parçeyên din yên Kurdistanê nîşan didin. Niha li parçeya welatê me Kurdistan Rojava firsendek dîrokî bi destê me Kurdan ketiye. Ev firsende ji aliyê Kurdên Rojavayê Kurdistanê ve bi awayek herî baş û serkevtî hate nirxandin. Em li ser navê partiya xwe berxwedana gelê Rojava silav dikin û heta dawiyê piştgiriya xwe ji vê berxwedana dîrokî re didin nîşan û tişta dikeve ser mile me emê bikin."