Hiqûqnasan êrîşa li hemberî Karataş şermezar kirin

Hiqûqnasan êrîşa li hemberî Karataş şermezar kirin

Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya û Baroya Amedê, êrîşa li hemberî endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Karataş, şermezar kirin.

Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê û Baroya Amedê bi daxuyaniyên nivîskî, êrîşa li hemberî endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Karataş, şermezar kirin.

Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamyayê diyar kir ku êrîşa rû daye, ji tef, gotinên nefretê yên Serokkomar, Serokwezîr û rayedarên hikûmetê ên bi rojane dikin, cuda nîne. Di daxuyaniyê de ji rayedarên delwet û hikûmetê hat xwestin ku dest ji vî zimanê xwe yê cihêkar, gef û nefretê berdin, li şûna wê zimanê aştî û biratiyê bikar bînin. Komeleyê ji siyasetmedar Karataş re şîfa xêrê xwest û xwest, der heqê yên bingeh ji êrîşê re amadekirine lêpirsîneke bi bandor bê destpêkirin.

Baroya Amedê jî bi îmzeya serokê baroyê Tahîr Elçî daxuyaniyek weşand û êrîşa li hemberî endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Ahmet Karataş, şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bandora zimanê êrîşkar ê di siyasetê de tên kirin li civakê, bi vê êrîşa li hemberî siyasetmedarekî re careke din derketiye holê û hat gotin, "Bi taybetî divê rayedarên dewlet û hikûmetê bibînin ku zimanê bikar tîne di nava civakê de tê li ber têgihiştin, sorkirin û êrîşên nefretê vedike. Ji bo parastina ewlekariya jiyanê û mafê xebatên siyasî yên hemû partiyan girîng e hikûmet berpirsyariyên xwe ji bîr neke. Divê der heqê her kes û rêxistinbûyînên li pişt vê êrîşê bên kifşkirin û lêpirsîn.

Êş û tengezariya siyasî ya di nava meheke dawî de qewimîn, girîngiya xebatên çareseriyê bi rêyên aştiyane û demokratîk nîşan dane û destnîşan kirine ku ji bilî diyalog û muzakereyê ti alternatîf nîne."