Heyva Sor a Kurdistanê 15 ambulans wergirtin
Heyva Sor a Kurdistanê 15 ambulans wergirtin
Heyva Sor a Kurdistanê 15 ambulans wergirtin
Navenda Çapemeniya Heyva Sor a Kurd diyar kir ku 15 ambulansên ku ji Kurdistaniyên Ewropa bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ji bo Rojava hatine şandin wergirtine. Heyva Sor a Kurd da zanîn ku rayedarên deriyê Sêmalka yên Başûrê Kurdistanê derbasbûna ambulansan asteng kirine.
Navenda Çapemeniya Heyva Sor a Kurd daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku di encama pevçûnên li Sûriyeyê û Rojavayê Kurdistanê de gelek kargeh û depoyên dermanan wêran bûne, dermanên pêwîst ji herêmê qut bûne û gelek welatiyan ji ber tunebûna dermanan jiyana xwe ji dest dane.
Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku gelek dermanên rewşên lezgîn, kîsên xwînê, maddeyên laboratuvar, dermanên gurçikan, dermanên dil, dermanên tansiyonê, însolîn û derziyên zarokan nema tên peydakirin. Her wiha dermanên penceşêrê, şîrê zarokan û nexweşiyên çerm ku li piraniya Sûriyeyê belav bûye jî nema peyda dibin.
Heyva Sor a Kurd di daxuyaniya xwe de bang li hemû rêxistin û saziyên mirovî yên navneteweyî kir da ku destê alîkariya lezgîn dirêjî herêmê bike û jiyana gelek nexweşên ku di xeterê de ye rizgar bikin.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber van rewşên dijwar Heyva Sor a Kurd ji Kurdistaniyên li Ewropa xwest da ku alîkariya lezgîn bi rêya Heyva Sor a Kurdistanê ku navenda wê li Elmanyaye ji wan re bişîne. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Heyva Sor a Kurdistanê 15 ambulans ji bo Rojava şandine, 2 ji wan derbasî Efrînê bûn û 13 ambulans jî di rêya deriyê Sêmalka re hatin şandin. Di daxuyaniyê de hate gotin ku rayedanên deriyê sînor ên Başûrê Kurdistanê di derbasbûna 13 ambulansan de astengî derxistin, di roja yekem de 6 ambulans û 2 jî roja 2’mîn de bi giştî 7 derbasî Rojava hatin kirin.
Di daxuyaniyê de hate hêvîkirin ku alîkarî û pêdiviyên mirovî nekevin bazarên siyasî û ji bo derbasbûna alîkariyên mirovî astengî neyên derxistin û wiha hate gotin: ‘‘Heyva Sor a Kurd rêxistineke mirovî ye, hemû xebatkarên wê bi awayekî dildarî ji bo parastina tenduristiya mirovan û civakê dixebitin.’’
Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin ku deriyê Heyva Sor ji bo wergirtina alîkariyên her kesî vekiriye û spasiya Kurdistaniyên li Ewropa û Heyva Sor a Kurdistanê û Dr Ednan Emîn ku kedeke mezin ji bo alîkariyê bigihêjîne Heyva Sor a Kurd daye, kir.