Heta Kobanê azad nebe wê sînor terk nekin

Heta Kobanê azad nebe wê sînor terk nekin

Berxwedana Kobanê ya li dijî êrişên DAIŞ'ê di roja 28'an de berdewam dike. Li aliyê din nobeta li ser sînorê Kobanê û Pirsûsê jî didome. Gelê ku tê li ser sînor nobetê digire diyar dikin ku heta Kobanê azad bibe dê çalakiya xwe ya li ser sînor berdewam bikin û nobeta sînor bigirin.

Berxwedana hêzên YPG/YPJ û gelê Kobanê ya li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê di roja 28'an de berdewam dike. Li aliyê din serhildana gelê kurd a li ser sînor jî bi şev û roj berdewam dike. Gelê ku li ser sînor nobetê digire, li gel hemû mudaxaleyên leşkeran sînor bernadin û nobeta xwe ya li konan didomînin. Welatiyên ji hemû bajarên Tirkiye û Kurdistanê diherikin ser sînor û nobetê digirin diyar kirin ku heta Kobanê azad bibe dê nobeta xwe ya li ser sînor bidomînin û sînor biparêzin. Welatiyê 56 Şukru Esen ê ji Sêrtê hatiye û Saadet Acet a 54 salî ku ji Êlihê hatiye diyar kirin ku heta Kobanê azad bibe tê çalakiya xwe ya li ser sînor bidomînin.

TIRKIYE PIŞTGIRIYÊ DIDE ÇETEYÊN HOV

Şukre Esen, anî ziman ku ji roja nobetê dest pê kiriye heta niha 6 caran rastî êrîşa leşkeran a bi bombeyên gazê hatiye.
Esen, da zanîn ku 25 rojin li ser sînor nobetê digirin û bi çavê xwe dibînin ku Tirkiye çawa piştgiriyê dide çeteyên hov. Esen, destnîşan kir ku dema vê piştgiriya dewletê asteng dikin jî rastî êrîşa leşkeran tên û wiha got: "Êm dê hat dawî di ber xwe bidin û heta Kobanî azad bibe em dê nobeta li ser sînor berdewam bikin. Em ji bo mirovahiyê û gelê xwe li vir in. Ne tenê ji bo Kobanê, li kîder Kurdistanê dibe bila bibe em dê biçin di ber xwe bidin. Leşker di her êrîşê de li dijî zarok, jin, kal û pîran tundiyê pêk tîne û êrîş dike. Dîsa bi êrîşê jî nayê ser û hemû alav û konên nobetê tar û mar dike. Tu ferqa leşkeran û çeteyen DAIŞ'ê ji hev tune. Êdî divê gelê kurd li hemberî vê zilmê bêdeng nemîne û rabe serhildanê. Dewleta Tirk aşkere DAIŞ'ê diparêze û piştgiriyê dide çeteyan. Li gundê Alizêrê leşkeran ewil êrîşî me kir û piştre çete di sinor re derbas kirin. Em niha nêzî 25 kilometre sînor diparezin. Heta Kobanê azad nebe em ji vir naçin. Ger ku em bimirin bila em bi hevre bimirin."

HETA KOBANÊ AZAD NEBE EM JI VIR NAÇIN

Çalakvan Saadet Acet jî diyar kir ku heta Kobanê azad nebe ew ji vir naçin û wiha got: "Em bawer dikin ku dê Kobanê azad bibe. Li Kobanê şerekî bê edalet tê meşandin. Divê her kes bimeşe Kobanê. Tu mafê çeteyên DAIŞ'ê li ser axa Kobanê tune. Ji ber ku gelê Kurd li wir dijî komkujiyek li ser gelê Kurd tê meşandin. Em her roj şer bi çavê xwe dibinin. Her roj dengê tanq û topan tê. Em pir bi fikar in. Yên li Kobanê şer dikin hemû zarokên me ne. Em her tim dibêjin ka gelo çi bû? Em bi fikar in."

LEŞKER ÊRÎŞ DIKIN

Acet, da zanîn ku ji ber ew li ser sînor nobetê digirin, her tim rastî êrîşa leşkeran tê û heta niha leşkeran gelek hevalên wan birîndar kirine. Acet, anî ziman ku her tim di nava fikaran de dijîn û wiha berdewam kir: "Di destê me de çek û amûrên şer tune. Lê dîsa leşker êrîşî me dikin. Em tenê j bo parastina Kobanê çalakiya rûniştinê pêk tînin. Heta Kobanê azad bibe çalakiya me ya li ser sînor jî dê bidome."