Heta dawiyê bi YPG/YPJ'ê piştrast in
Heta dawiyê bi YPG/YPJ'ê piştrast in
Heta dawiyê bi YPG/YPJ'ê piştrast in
Kobaniyên ji ber êrîşên DAIŞ'ê hatin Pirsûsê anîn ziman, ku wan her tiştê xwe teslîmî YPG/YPJ'ê kirine û destnîşan kirin ku her çend veguherîbe xirbe jî, ew ê li Kobanê vegerin û jiyana xwe lê ava bikin. Kobaniyan destnîşan kirin ku ew heta dawiyê ji YPG û YPJ'ê bawer dikin û gotin, "Eger em bimirin jî em dixwazin li ser xaka xwe bimirin."
Kobaniyên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warên xwe biterikînin, li benda roja vegerê ne. Welatiyên Kobanê dan xuyakirin ku wan hemû mal û milkên xwe teslîmî hêzên YPG û YPJ'ê kirine û gotin, "Baweriya me bi hevalan re bêdawî ye. Me jî dixwest li cem wan di çeperan de şer bikin, lê ji bo ewlekariya me ji me xwestin ku em derkevin. Me her tiştê xwe teslîmî wan kirine."
Kobaniyên li wargeha ji konan a li Pirsûsê dijîn, di her sohbeteke xwe de, her kes agahiyên dawî yên li ser rewşa Kobanê bi hev re parve dikin û hewl didin dema vegerê diyar bikin. Welatiyên Kobanê yên li Wargeha Konan a Jiyan ku bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariya bi Rojava re hat çêkirin, li ser vegerê nêrînên xwe anîn ziman.
'EM AMADE NE DERBASÎ KOBANÊ BIBIN'
Mûhammed Êsman ê ji gundê Lehîne ku zarokeke wî li nav refên YPG'ê jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku wan komkujiya li Şengalê dîtine û ji ber di destê wan de çekeke bi bandor a karibe bersivê bide êrîşan ebû, neçar maye cih û warên xwe biterikînin. Êsman diyar kir ku li Pirsûsê ew bi alîkariya gel jiyana xwe dewam dikin û got, "Eger hevalên YPG û YPJ'ê nebûna, em niha hemû ji aliyê DAIŞ'ê ve hatibûn qetilkirin. Li wir hêzên YPG û YPJ'ê, li vir jî gelê me xwedî li me derketin. Eger heval niha destûrê bidin, tevî hebûna şer jî em amade ne derbasî Kobanê bibin. Lê belê ji ber ewlekariya jiyana me heval destûrê nadin me. Yên diçin jî vedigerînin."
'ME HER TIŞTÊN XWE TESLÎMÎ YPG/YPJ'Ê KIRIN'
Mihemmed Beko yê ji gundê Qilheyre diyar kir ku wan her tiştên xwe radestî YPG û YPJ'ê kirine û di her kêliyê de jî hêviya xwe ji bo vegerê mezin dikin. Beko da zanîn ku birayek û pismamekî wî li nav refên YPG/YPJ'ê ji bo Kobanê ya azad şer dikin û got, "Di firsenda destpêkê de em ê li xaka xwe vegerin. Em ê xaka xwe ji van çeteyan re nehêlin. Çi dibe bila bibe, berdêla wê canê me be jî em ê li bajarê xwe vegerin, em ê jiyana xwe jinûve ava bikin."
'EM DIXWAZIN VEGERIN'
Zehra Êsman a 35 salî anî ziman ku ji ber ew ê vegerin wan tiştek bi xwe re neanîne û li bendê ne ku di demeke kurt de vegerin. Êsman anî ziman ku berî hefteyekê xesiya wê li Pirsûsê jiyana xwe ji dest daye û got, "Eger em bimirin jî em dixwazin li ser xaka xwe bimirin. Bi tenê em li bajarê xwe, li mala xwe, li xaka xwe vegerin, besî me ye. Çi dibe bila bibe, bajar xirbe jî be em dixwazin vegerin. Em naxwazin dûrî xaka xwe bin."
'EM BI YPG/YPJ'Ê RE SERBILIND IN'
Dayika 9 zarokan Emîna Cima (48) ya ji ber êrîşên DAIŞ'ê neçar ma mala xwe biterikîne diyar kir ku YPG/YPJ'ê jiyana wan rizgar kirine û wan qadên xwe yên jiyanê radestî YPG/YPJ'ê kirine. Cima anî ziman ku ji bo vegerê ew li bendê ne Kobanê ji çeteyan bê paqijkirin û got, "Bila hevalên me baş bin, ev besî me ye. Bêguman em ê li warê xwe vegerin. Heval li wir canê xwe ji bo me feda dikin. Înşaleh di demeke nêz de em ê bi wan re li ser xaka xwe jiyana xwe dewam bikin. Em bi YPG û YPJ'ê serbilind in."