Hêrsa ji ber rewşa Kobanê deng vedide!
Hêrsa ji ber rewşa Kobanê deng vedide!
Hêrsa ji ber rewşa Kobanê deng vedide!
Li tevahiya navendên Bakurê Kurdistanê, hêrsa ji ber rewşa li Kobanê dewam dike. Bi mîlyonan kesên polîtîkayên AKP'ê yên destekê didin komkujiyên DAIŞ'ê protesto dikin, her li qadan e. Polîs, leşker û çeteyên faşîst jî di nava hevkariyê de êrîşî gel dikin.
AMED
Li gelek navend û navçeyên Amedê, duh çalakiyên ji bo Kobanê dewam kirin. Kurdan hem komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê hem jî polîtîkayên AKP'ê yên li hemberî Kobanê şermezar kirin û li Baglar, Koşûyolû û gelek nuqteyên bajêr daketin qadan. Li navçeya Amed Sûrê, bi armanca destekirina berxwedana Kobanê ciwanan li gelek taxan çalakî lidar xistin. Ji ber destwerdana polîsan di çalakiyên li vir de pevçûn derketin. Di çalakiyên li navçeya Farqînê de jî polîs û leşkeran êrîş kirin û xwepêşandêran jî rêya bejahî ya Amed-Bedlîsê li çûn û hatinê girtin.
ŞIRNEX
Li gelek navend û navçeyên Şirnexê, çalakiyên destekkirina berxwedana Kobanê dewam kirin. Li navenda Şirnexê, ciwanan li ser gelek kolan û rêyan bend danîn, nehiştin polîs bikevin nava tax û navenda sûkê û polîs neçar man bi tenê li pêş saziyên dewletê nobedê bigirin. Li bajêr dikandar bi rojane dikanên xwe venakin. Li navçeyên Silopî û Hezexê çalakî dewam dikin, li navçeya Cizîrê jî bi rojane li kolanên Nisêbîn, Hezex û Yafesê bend hatine danîn. Di çalakiya li Yafesê de ciwanan bi kevir, molotof û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşap olîsan. Hat ragihandin ku ji ber bombeya gazê ya polîsan kesek ji lingê xwe birîndar bûye. Balkêş e ku polîs li ber avahiyên saziyên dewlet bi maşînên zirxî sekinîne.
WAN
Bi hezaran kesên li Wanê daketin kolanan û li hemberî êrîşên polîsên Tirk li ber xwe didin, di roja 3 de li dijî komploya navneteweyî ya 9'ê Cotmehê jiyan sekinandin. Li bajarê ku dikan tevahiya rojê lê girtî bûn, pevçûn li taxan dewam dikin. Li navçeya Elbakê, di protestoya komploya 9'ê Cotmehê de ji ber ku polîsan êrîş kirin û fîşekên rastî bikar anîn, pevçûn derket. Hat ragihandin kua vahiya DBP'ê jî ji aliyê polîsan ve hatiye gulereşandin û 25 kes hatine binçavkirin. Li navçeya Bedlîs Tetwanê jî 2 kesên TOMA'yên polîsên Tirk lê ketin, birîndar bûn. Li navçeya Motkî, bi pêşengiya pêkhateyên KESK'ê û DBP'ê, êrîşên li hemberî Kobanê bi meş û daxuyaniyekê hat şermezarkirin.
BÊGIR-EBEX
Li Bêgirê pevçûnên serê sibê destpê kirin, bi şev bi dawî bûn. Di bûyerna de 20 kes hatin binçavkirin û bi dehan kes ji ber gaz û fîşekên plastîk ên polîsan birîndar bûn. Li navçeya Ebexê jî di pevçûnên duh de ji 17 kesên hatin binçavkirin 8 kes radestî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeyê 8 kes ji aliyê dozgeriyê ve hatin berdan, lê der heqê 9 kesên din de hat xwestin ku demeke din di binê çavan de bên ragirtin.
BAZÎD
Li navçeya Agirî Bazîdê duh tevahiya rojê di navbera gel û polîsan de li nava kolanan pevçûnan dewam kirin. Li navçeyê herî kêm 3 kes hatin binçavkirin. Ciwanên rêyên bingehîn li çûn û hatinê girtin bi kevir û molotofan bersiv dan êrîşa polîsan.
ERZÎROM
Li navçeya Erzîrom Xinûsê, pevçûnên duh destpê kirin, cih bi cih dewam dikin. Di navbera polîs û ciwanan de li nava kolanan pevçûn rû didin û hat ragihandin ku 2 kes bi sivikî birîndar bûne.
MILAZGÎRT
Bi hezaran welatiyên li ber avahiya DBP'ê ya Milazgîrtê hatin cem hev, heta Meydana Cûmhûriyetê meşiyan. Piştî meşê û daxuyaniya çapemeniyê girseyê çalakiya rûniştinê lidar xist, lê belê rastî êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê rast hat. Welatiyan jî bi keviran bersiv dan êrîşa polîsan û bûyer li tevahiya taxên navçeyê belav bûn.
ERDEXAN
Komeleya Xwendekaran a Erdexenê û Rêxistina DBP'ê ya Bajêr, bi armanca şermezarkirina êrîşên li hemberî Kobanê, li ber Mizgefa Navendî ay Qersê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku têkçûna Kobanê, ji Edîrne heta Erdexanê tê wateya têkçûna tevahiya welêt. Piştî daxuyaniyê komê ji bo saetekê çalakiya rûniştinê lidar xist.
COLEMÊRG
Li qada Tekzer a taxa Sumbul a Colemêrgê, 2 jê zarok 3 kesên duh hatin binçavkirin ji bo wergirtina îfadeyê ji aliyê dozgeriyê ve radestî edliyeyê hatin kirin. li dû wergirtina îfadeyê zarokên bi navê H.A. û S.A. ji bo girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sûlhê hatin kirin û ciwanê bi navê Enes Aslan (19) jî bi hinceta "gumana reşkirina delîlên der heqê xwe de" hat girtin.
MÊRDÎN
Li navend û navçeyên Mêrdînê çalakî dewam dikin, lê ji van çalakiya herî balkêş li Nisêbînê pêk hat. Li navçeya Nisêbînê li dû cenazeyê şervanê YPG'ê Selman Tûnç, 16 ciwanan têlên li ser sînor rakirin, derbasî Qamişlo bûn û tevlî nav refên YPG'ê bûn. Di dema pevçûnên li Nisêbînê de 2 jê zarok 6 ciwan ji ber bombeyên gazê birîndar bûn û li şûna nexweşxaneyan birîndar li malên xwe hatin dermankirin.
BEDLÎS
Li navenda Bedlîsê bi pêşengiya DBP'ê daxuyaniyek li çapemeniYê hat dayîn û çalakiya rûniştinê hat lidarxistin. Danê êvarê li nava kolanan ji ber êrîşa polîsan di navbera çalakger û polîsan de pevçûn derket. Di çalakiyan de agir hat dadan û rêya Bedlîs-Mûtkî li çûn û hatinê hat girtin. Di bûyerên ku tevahiya şevê dewam kirin de, polîsan bi ava şid û bombeyên gazê dest li xwepêşandêran werdan.
TETWAN
Li navçeya Bedlîs Tetwanê bi pêşengiya DBP û HDP'ê bi sedan welatî li ber avahiya DBP'ê ya Navçeyê hatin cem hev. Girseya li vir jî rastî êrîşa polîsan a bi ava şid û bombeyên gazê hat û ji ber ku girseya gel bi keviran bersiv dan êrîşa olîsan, bûyer di demeke kurt de li tevahiya taxên navçeyê belav bûn.
ÊLIH
Li Êlihê berxwedana gel di roja 4. de dewam dike. Tevahiya rojê li gelek taxan lastîk hatin şewitandin, bi saetên êvarê re di serî de Baglar, Yavûz Selîm, Petrolkent, Yeşîltepe, Beşevler û Çarşi li gelek tax û nuqteyên bajêr gel herikî kolanan û xwedî li Kobanê derket. Êrîşên polîsan ên li vir jî rastî bersiva ciwanan a bi kevir û molotof rast hat.
SÊRT
Li navçeya Sêrt Hawêlê, êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Rojava hatin protestokirin. Li girê Heze yê li jorê navçeyê ye, gelek ciwanan bi agir nivîsa "Kobanê" nivîsandin.