Her tişt li gorî vegerê ye!
Her tişt li gorî vegerê ye!
Her tişt li gorî vegerê ye!
Dayika 7 zarokan Fatma Cûma ya ji Kobanê, ji ser sînor qet naçe. Dayika Cûma ku bi zarokên xwe yên biçûk re li Gundê Mehser ê li pêşberî gundê xwe bicih bûye, her tiştên xwe li gorî vegerê bi rêk û pêk kiriye. Cûma hesreta xwe bi van gotinan tîne ziman: "Ez ê rojekê li gundê xwe vegerim. Em pariyekî nan nebînin jî, bi zarokên xwe re em ê axa gundê xwe bixwin."
Beşek mezin a Kobaniyên ji ber şer hatin Pirsûsê, li gundên li ser sînor bicih bûn. Yek ji van Fatma Cûma û 7 zarokên wê ne, ku li ser sînor hewl didin xwe li jiyanê bigirin. Malbata ji gundê Mezraqit Davûd a Kobanê hat, li Gundê Mehser ê Pirsûsê ku li pêşberî gundê wan e, bicih bû. Lê belê çavê malbatê li gundê xwe ye. Fatma Cûma ku ji vê derê dibîne ka çeteyên DAIŞ'ê çawa gundê wan talan dikin û bi hesreta roja vegerê ye. Cûma got, "Gundê min bê talankirin jî, ez ê rojekê li gundê xwe vegerim. Eger em pariyek nan nebînin jî, bi zarokên xwe re em ê axa gundê xwe bixwin."
HER TIŞT LI GORÎ VEGERÊ
Hevserê Fatma Cûma Salih Ramazan (45) ev sê sal in li derve dixebite û ji ber şer nikare vegere. Dayik Cûma ku bi zarokên xwe re di xaniyekî yek ode de dijî, dibêje ji ber axa ji jorê xanî tê û ji ber rûtûbetê nikarin razên. Sê zarokên Cûma ku yê herî mezin 14 salî ye, li erdê pembo dixebitin. Dayika Cûma her tiştên xwe li gorî vegerê bi rêk û pêk kiriye. Fatma Cûma dibêje eger derfet hebe, ew naxwaze pênc deqeyan jî dereng bimîne û dixwaze vegere. Cûma anî ziman ku ew tiştekî naxwazin, bi tenê dixwazin li mala xwe, li warê xwe bin.
‘DUA DIKIM KU ZÛ BIBE SIBE’
Dayik Cûma ragihand ku zarokên wê yên bavê wan ne li cem me timî digirîn û ew nizanin ka hevserê wê dê vegere yan na. Şêniyên gund alîkariyê didin dayikê û zarokên wê. Fatma Cûma dibêje ku ew şev û roj li Kobanê difikire û hesreta xwe ya ji bo Kobanê bi van gotinan tîne ziman: "Êdî bes e, em dixwazin vegerin Kobanê. Ji bo şeva me zû derbas bibe û zû bibe sibe, ez dua dikim."