‘Her du hevalên me ji bo pêşîlêgirtina komkujiyê canê xwe feda kirin’

‘Her du hevalên me ji bo pêşîlêgirtina komkujiyê canê xwe feda kirin’

Asayîşa Rojavayê Kurdistanê destnîşan kir ku komên çete yên li hemberî berxwedana YPG û gel têk diçin, serî li rêyên li dijî exlaq û mirovahiyê dane, lê tu hêz wê nikaribe li pêşiya biryardariya wan bisekinin. Asayîşê bal kişand ku her du endamên Tevgera Ciwanan jî, ji bo ku pêşiya komkujiyê bigirin, canê xwe feda kirine.

Rêveberiya Asayîşa Rojavayê Kurdistanê der barê êrîşa bombeyî ku îro li herêma di navbera Girkê Legê û Çelaxa de pêk hat û di encamê de 2 endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û welatiyekê jiyana xwe ji dest dan de, daxuyaniyek nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku endamên Tevgera Jinên Ciwanên Şoreşger Şîlan Remo û Bêrîvan Murat ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dan, bi armanca destekdayînê beşdarî xebatên asayîşê bibûn û ji bo pêşî li komkujiyeke mezin bigirin, canê xwe feda kirine.

Di berdewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku komên çete di rojên derbasbûyî de jî hewl dane ku li dijî welatiyên sivîl komkujiyên mezin pêk bînin, lê ji ber hişyariya hêzên YPG û Asayîşê, ev hewldan hatin pûçkirin. Di daxuyaniyê de têkildarî mijarê ev tişt hatin gotin:

“Weke tê zanîn ji 16’ê Tîrmehê ve komên çete li bajarên Serêkaniyê û Çelaxa û herî dawî jî li herêma Til Ebyed, bi awayekî hovane êrîşî gelê me yê sivîl dikin. Ev komên ku dixwestin destketiyên şoreşa Rojavayê Kurdistanê ji holê rakin, rastî berxwedaneke tund a Yekîneyên Parastina Gel (YPG) hatin. Em jî weke hêzên Asayîşa Rojava, ji bo em destekê bidin berxwedana YPG’ê, me hêzên xwe li her devera Rojava û bi taybet li deverên şer bi cih kirin da ku em rê nedin van hêzên xêrnexwaz ku bigihêjin armancên xwe.”

Li piştgiriya saziyên ciwanan ên ji bo Asayîşê jî di daxuyaniyê de hate gotin ku ji destpêka pêvajoya berxwedana 16’ê Tîrmehê ve bi sedan endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz mil dane hêzên wan, cihê xwe di nava xebatên parastina welatiyên sivîl de girtine û wiha hat domandin:

“Bi destpêkirina êrîşên komên çete re, bi sedan ciwanên me yên çalak serî li navendên me dan û bi dildarî beşdarî xebatên Asayîşê yên parastina welatiyan bûn. Bi taybet piştî êrîşên li Çelaxa ciwanên me berê xwe dan herêmê û li her navendên kontrolê bi awayekî çalak beşdarî xebatên parastinê bûn.”

Di daxuyaniyê de  hat destnîşankirin ku komên çete yên li hemberî berxwedana şervanên YPG û vîna azad a gelê Kurd têk çûn careke din rûyê xwe yê qirêj nîşan dan û ev tişt hatin gotin:

“Çeteyên koma Eniya El-Nusra beriya 4 rojan li herêma Çelaxa bi kamyona ku 5 ton bombebarkirî, xwestin komkujiyeke hovane pêk bînin. Lê ev hewldana êrîşkar di encama hişyariya şervanên YPG’ê de hate pûçkirin û kesê êrîşkar hate kuştin. Îro ev çeteyên ku di bin navê ola Îslamê de tevdigerin careke din xwestin welatiyên sivîl bikin armanca êrîşeke întîharî. Îro saet di 11.00’an de li nêzî gundê Zexîrê yê di navbera Girkê Legê û Çelaxa de, êrîşkarekî terorîst ê endamê Eniya El-Nusra xwest bi wesayîteke bombebarkirî komkujiyekê pêk bîne. Lê Jinên Ciwanên Şoreşger Şîlan Remo bi nasnav Bêrîtan û Bêrîvan Murad bi nasnav Canfeda, ji bo pêşî li vê komkujiya hovane bigirin, canê xwe kirin sîper û tevlî karwanê şehîdên azadiyê bûn. Ev her du jinên ciwan bi ruhê xwe yê fedayî bûn sembola lehengiyê.”

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tu hewldanên êrîşkar wê nikaribin li pêşiya biryardariya hêzên wan bibin asteng û wê hêzên Asayîşê bi şev û roj ji bo parastina hemû pêkhateyên herêmê li ser piyan bin.