HDK'yî wê ji bo Rojava li Galatasarayê bin
HDK'yî wê ji bo Rojava li Galatasarayê bin
HDK'yî wê ji bo Rojava li Galatasarayê bin
Meclîsa HDK'ê ya Stenbolê, bi armanca şermrezarkirina êrîşên li dijî Kurdan û komkujiyên sivîlan ên li Rojava, îro danê êvarê li Qada Galatasarayê çalakiyê lidar dixe.
Li ser navê Meclîsa HDK ya Stenbolê daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin, "Çeteyên El Qaîdeyê yên AKP çekan, lojîstîk û nasnameya TC dide wan, li navçeya Heleb Sefîre êrîşî bajarokên Kurdan ên Til Eran û Til Hasil dikin. Li gorî agahiyên destpêkê, piraniya wan jin û zarok herî kêm 50 Kurd hatin kuştin, 350 sivîl jî hatin revandin.
Ji aliyê çeteyan ve li mizgeftên Til Eran û Til Hasilê bênavbera anonsên "Mal û namûsa Kurdan hela e" tê kirin. 40 hezar Kurdên li Til Eran û Til Hasil û gundên derdorê dijîn, di bin gefê de ne. Emê li hemberî vê komkujiyê bêdeng nemînin."
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi armanca şermezarkirina komkujiyên li Rojavayê Kurdistanê wê saet di 19.00'an de li ber Lîseya Galatasarayê çalakî bê lidarxistin û banga tevlêbûnê hat kirin.