Guterres ji bo xebatkarên alîkariya mirovî destênedan xwest
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku her ji sed kesî zêdetir mirov dema ku peywira alîkariya mirovî dikin jiyana xwe ji dest didin, bang kir ku sivîl ji qada şer dûr werin girtin.
Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku her ji sed kesî zêdetir mirov dema ku peywira alîkariya mirovî dikin jiyana xwe ji dest didin, bang kir ku sivîl ji qada şer dûr werin girtin.
Sekreterê Giştî yê NY’yê Antonîo Guterres ku bi wesîleya Roja Alîkariya Mirovî ya Dinyayê 19’ê Tebaxê axivî diyar kir yasayên navnetewî pir têne binpêkirin.
Guterres diyar kir li tevahiya dinyayê yasayên derbarê xebatên alîkariya mirovî û mafê mirovan her roj zêdetir têne binpêkirin û got divê xebatkarên sivîl werin parastin.
Guterres bang li welatên hemû dinyayê kir û xwest xebatkarên alîkariya mirovî ku êrîş bi ser wan de çêdibin werin parastin û ji bo vê tevdîr werin girtin.
DIVÊ HURMET JI BO ALAYA NY’YÊ HEBE
Guterres diyar kir xebatkarên alîkariya mirovî ku li herêmên cuda yên dinyayê dixebitin di ewlehiya NY’yê de ne û got li gelek deveran hurmet ji alaya NY’yê re nayê nîşandan.
Guterres diyar kir ku aliyên şer divê li dijî xebatkarên NY’yê êrîşê neyînin û got alaya NY’yê her demê ‘sembola bêalîbûnê’ ye.
Guterres ji ber ku sivîlên li qada şer dikin hedef helwesteke tund nîşan da û got divê sivîl li derveyî şer werin hiştin. Guterres diyar kir di serî Sûriye, li Efganîstan, Sûdana Başûr li gelek welatan zarok bi şer re mezin dibin.
HER SAL BI SEDAN XEBATKARÊN SIVÎL TÊNE KUŞTIN
Her sal di projeyên alîkariya însanî de ku welatên endamên NY’yê fînanseya wê dikin bi 10 hezaran mirovên xebatkar bi dildarî dixebitin. Li gorî jêderên NY’yê her sal ji 100’î zêdetir xebatkarên alîkariya mirovî têne kuştin.