Gundên li ser sînor: YPG hat em êdî ewle ne

Gundên li ser sînor: YPG hat em êdî ewle ne

Operasyona YPG, Pêşmerge û hêzên Bûrkan El Firat a li Til Şeîrê, aramî xist nava gundên li ser sînor, ku berê li pêşberî wan çeteyên DAIŞ'ê hebûn. Gundiyên Boydê yê li pêşberî Girê Tişeîr e gotin, "YPG zarokên me ne. Zarokên me hatin, dilê me rehet bû, em êdî ewle ne."

Operasyona YPG, Pêşmerge û hêzên Bûrkan El Firat a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên li gundên Meznrê, Minaz û Memitê, aramî anî gundên Pirsûsê. Şêniyên gundê Boydê yên li gundê pêşberî wan çeteyên DAIŞ'ê hene anîn ziman, ku çeteyan gelek caran gule berdane gundê wan û ji ber ewlekariyê ew nikarin li erdên xwe yên li nêzî têlên sînor bixebitin. Gundiyan diyar kirin ku li dû operasyona YPG'ê ya berî sê rojan hat destpêkirin, ew xwe ewle dibînin û destnîşan kirin ku ew bi hêviyeke mezin li benda serketina YPG'ê ne.

 'YPG ZAROKÊN ME NE'

Ji gundiyên Boydê Mûhammed Kiliçalp da xuyairin ku çeteyên DAIŞ'ê beriya niha gundê wan weke nuqteyeke jê derbasbûnê bikar dianîn û bi mînîbusan hewl didan mirovan jê derbas bikin. Kiliçalp argihand ku ew gelek caran bûne hedefa guleyên çeteyên li gundê Til Şeîrê bicih bûne û got, "Niha YPG hat. YPG zarokên me ne. Ew hatin dilê me rehet bû, em êdî ewle ne."

'YPG'YÎ HEWL DIDIN GUNDÊ ME AZAD BIKIN'

Şukru Sencer (58) ê piştî êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar ma ji gundê Mezrê koçî gundê Boydê bike, diyar kir ku operasyona YPG'ê ji bo wan gelekî girîng e. Sencer anî ziman ku dema çete ketine gundê wan mala talan kirine û got, "YPG'yî zarokên me ne. DAIŞ rêxistineke qirêj e. Hevalan ji me re gotin ku em ji gund derkevin. Em derketin, destpêkê hatin herêma navberê, piştre hatin vir. Hatin ketin gundê me. Li pêş çavê me malên me talan kirin, şewitandin. Niha jî YPG'yî hewl didin gundê me azad bikin. Kî bombe dike bila bombe bike, bes bila çete ji gundê me derkevin. Bombe jî bikin, hilweşînin jî em ê biçin û li binê konan lê bijîn. Bi tenê bila çete derkevin. Sedemeke bi tenê ya êrîşa çeteyan li hemberî gundê me heye, talan. Naxwe çi karê wan li gundê me heye?"

'YPG HAT JIYAN ASAYÎ BÛ'

Savaş Tîlgen jî ragihand ku ji ber hebûna çeteyan a li gundên li pêşberî wan, wan nekarî zeviyê xwe yê li ser sînor biçînin û destnîşan kir ku piştî çeteyên DAIŞ'ê ketin gundên pêşberî wan, leşkerên Tirk jî xwe ji ser xeta sînor vekişandine û sînor ji çeteyan re hiştine. Tîlgen diyar kir ku piştî YPG'ê li Tilşeîrê dest bi operasyonê kir, leşkerên Tirk li gundên li ser sînor civiyan û got, "Dema çeteyên DAIŞ'ê li pêşberî me bû, ti ji leşkerên Tirk li vir tinebû. Sînor ji çeteyan re dihiştin. Niha ev der di bin kontrola YPG'ê de ye, leşkerên Tirk yekser hatin. Berî saetekê mirovek di sînor re derbas bû, 50 gule reşandin." Tîlgen anî ziman ku piştî destpêkirina operasyona YPG'ê ew xwe ewle dibînin û ragihand ku jiyana li gund li ya asayî vegeriyaye. Tîlgen got, "Em niha li zeviyên xwe yên li ser sînor dixebitin. Lê belê dema DAIŞ li wir bû, em nikarîbû 10 metreyan jî bi pêş ve biçin. Serketina YPG'ê wê ji bo me gelekî watedar be. Berê têkiliya me zêde bi PYD'ê re tinebû. Lê belê niha zarokên me yên herî biçûk jî dirûşmên "Bijî YPG", "Bijî Apo" diqîre. Me niha baştir fêm kir ku kî çi ye."