Gerîla Gîvara li Çiyayê Şengalê hat defnkirin
Gerîla Gîvara li Çiyayê Şengalê hat defnkirin
Gerîla Gîvara li Çiyayê Şengalê hat defnkirin

Gerîla Gîvara Şemsî yê ji Başûrê Kurdistanê di dema pevçûnên navbera gerîlayên HPG’ê û çeteyên dijminê mirovahiyê yên DAIŞ de jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke li Çiyayê Şengalê li gor kevneşopiyên Êzîdiyan hat defnkirin.
Gerîlayê HPG’ê Şaxavan Îsmaîlî Riza Hesen ê bi nasnav Gîvara Şemsî di şer û pevçûneke 29’ê Îlonê li gundê Şengalê Digurê li hemberî rêxistina hov a DAIŞ de jiyana xwe ji dest da. Givara yê 1995’ê hatiye dinê ji Başûrê Kurdistanê û li ser şêniya Qeladizê qeyd kiriye.
Cenazeyê Gîvera li gundê Kersê yê li Çiyayê Şengalê li gor kevneşopiyên gelê Êzîdî hat defnkirin. Cenaze bi karwanekî anîn gund, di merasîmê de ji Fermandarên HPG’ê yê Şengalê Dilgeş Soran, ji rêveberên Tevgera Êzîdiyan TEVDA Seîd Hesen Seîd, ji Fermandarên Yekîneya Berxwedana Şengalê (YBŞ) Berfîn Soran û Neteweyî Efrîn gelek gerîlayên HPG û YJA Star û xelkê herêmê tevlî bûn.
Di merasîmê de ji fermandarê HPG’ê yê Şengalê Dilgeş Soran ku axivî wiha got: “Hevalê me Givera bi lehengî û fedayî di nava vê têkoşînê de cihê xwe girt. Ji bo wê em ji çete û hevalbendên wan re dibêjin ku heya hemû xaka Kurdistanê azad bibe wê têkoşîna me bi berxwedaneke mezin dewam bike.”

Soran li ciwanên Êzidî bang tevlî nav refên YBŞ’ê bibin kir û wiha got: “Em li vir dibêjin divê keç û kurên vê xakê bi tevlîbûna nav vê têkoşînê û Yekîneyên Parastina Şengalê mezin bikin. Divê ev berxwedan li her cihê bê mezinkirin. Em wê diyar dikin em ê li ser rêya heval Givera û tevahî şehîdan bimeşîn û cardin diyar dikin em ê têkoşîna wan berdewam bikin û heya Kurdistan azad dibe wê li ser rêya wan têkoşîna xwe pêş bixin.”
Piştî axaftina Soran gerîlayan û gelê Şengalê dirûşmayên “Bijî Serok Apo” û “Şehîd namirin” gotin.

Piştre yak ji rêveberê TEVDA Seîd Hesen Seîd ku axivî wiha got: “PKK’ê ji bo parastina gelê Kurd û gelê Êzîdî berdêlên gelek mezin da. Îro jî di vê rêyê de em cenazeyekî şehîdê xwe radikin. PKK niha gotina Rêber Apo ya ‘Divê gelê Êzidî bê parastin. Ger gelê Êzidî nebe gelê Kurd jî nîne. Eslê gelê Kurd gelê Êzidî ye. Ji bo vê gelê Êzidî tevahiya dîrokê bi komkujiyan re rû bi rû maye. Ji bo vê yekê divê ji bo pêşîgirtina li van komkujiyan gelê Êzidî bê parastin.’Şehîd Gîvera ji Silêmaniyeyê ji bo parastina gelê Êzidî hat û li xakên pîroz şehîd ket. Divê em navê wî bidin jiyîn, li zarokên xwe bikin. Şehadeta wî ji bo me rûmeteke, divê em xwedî li têkoşîna wî derkevin.”
Piştî axaftinan duayên Êzîdiyan hatin xwendin. Piştî cenazeyê gerîlayê HPG’ê Gîvera hevalên wî yên têkoşînê li ser milên xwe hilgirtin, bi dirûşmayan spartin xakê.
