Gerîla Amara dê îro li Geverê bê defin kirin
Gerîla Amara dê îro li Geverê bê defin kirin
Gerîla Amara dê îro li Geverê bê defin kirin
Gerîlaya HPG’ê Semîra Wahîdî (Amara Vejîn) ku di sala 2012’an de di şerek yê li bejahiya Bedlîsê jiyana xwe ji dest dabû, cenazeyê wê ji morga Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê hate girtin û dê îro li Geverê bê defin kirin.
Gerîlaya HPG’ê Semîra Wahîdî (Amara Vejîn) ya ji bajarê Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê ku di 19’ê Cotmeha 2012’an de di pevçûnek ya li bejahiya herêma Bûzlûpinar ya Bedlîsê rû da de jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê gerîla Semîra ji wê rojê û pêve li morga Saziya Tiba Edlî dihate ragirtin. Malbata ku ji bo cenazeyê gerîla Semîra bigirin gelek caran serî li Dozgeriya Komarê ya Meletiyê dan û encam negirtin, duh Dozgerî lê geriya û got bila bên cenaze bigirin.
Malbata gerîla Semîra şeva din ji bo cenazeyê zaroka xwe bigire çû Meletiyê û ji bo veşêrin ber bi Geverê ve ketin rê. Hate ragihandin ku, li ser daxwaza malbatê cenazeyê gerîla Semîra dê îro demjimêr 16:00’an de li taxa Qişla ya Geverê piştî nimêja li mizgeftê, li goristana taxa Ormanê bigirseyî bê defin kirin.
Di derbarê mijarê de Serokê BDP’a Geverê Naîl Dûrmaz banga tevlîbûna cenaze kir û got: “Cenazeyê şehîdê ku saleke lê digerin, li goristana bêkesan ya Meletiyê hatiye dîtin. Em dê şehîdê xwe bi awayekî biheybet oxir bikin.”