Gaziyên Kurdistanê civîna xwe ya pêvajoya navber pêk anî
Gaziyên Kurdistanê civîna xwe ya pêvajoya navber pêk anî
Gaziyên Kurdistanê civîna xwe ya pêvajoya navber pêk anî
Civîna pêvajoya navber a Yekîtiya Gaziyên Kurdistanê ku navenda wê li çiyayên Kurdistanê ye di navbera 22-24ê Tîrmehê de hat lidarxistin. Civîn li qadên gerîla bi tevlîbûna 57 gaziyên ji beşên Kurdistanê, Ewropa û Rusyayê pêk hat.
Endamê Konseya Giştî ya Serokatiya KCK'ê Mustafa Karasu, Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Bêrîtan Dêrsim û Endamê Dîwana Serokatiya Kongra Gel Mahsum Bagok tevlî civîna gaziyan bûn.
Endamê Konseya Giştî ya Serokatiya KCKê Mustafa Karasu axaftina vekirinê ya civînê kir, pêşî derbarê rewşa siyasî de axivî.
Karasu paşî derbarê gazîbûn, rewşa gaziyan û tekoşîna divê gazî bimeşînin de rawestiya. Karasû ji dîrokê mînakan da û anî ziman ku di nav tekoşîna PKK'ê de milîtantî heta jiyan dewam bike didome tu caran bi dawî nabe.
Karasu wiha got: PKK bi pîvan û jiyana kadroyan tê nas kirin. Divê herî zêde gazî xwedî li pîvan û nirxên partîbûnê derkevin. Rêber Apo got. divê herî zêde kadroyên gazî xwedî li partiyê derkevin. Pêwîst e herî zêde gazî xwedî li xet û Rêbertiyê derkevin. Her wiha divê gazî li dijî têgihiştinên şaş û xiraker jî di nav tekoşînê de bin.
Karasu anî ziman ku kesê bûye gazî ji bo hin nirxan bûye gazî, lewma jî dive ev gazî pêşî xwedî li van nirxên ku xwe ji bo wan feda kiriye derkeve.
Mustafa Karasu xwest ku gazî di her şert û mercî de xwedî li xeta partiyê ya îdeolojîk derkevin roja xwe ya pêşengiyê dewam bikin. Karasu anî ziman ku di nav civakê de mirov hatine bêkêrkirin, lê berevajiyê vê di nav partiyê de mirovê dibe milîtan dema dibe gazî jî bi her awayî diafirîne û têkoşîna xwe dewam dike.
Karasu gotina berxwedêrê zîndana Amedê Mehmed Xeyrî Durmuş ya li ser gora min “deyndarê gelê xwe ye” binivîsînin mînak da.
Piştî axaftina Mustafa Karasu civîn bi xwendina raporên qadan yên derbarê rewş û xebatan ên gaziyan de dewam kir.
Paşî xwendina raporan, gaziyên Kurdistanê rewş û asta xwebatên xwe û pirsgirêkên ku gazî bi wan re rû birû dibin nirxandin.
Piştî nirxandina xebatan hilbijartin pêk hat û 9 kes ji bo koordînasyona tevahiya gaziyan hatin hilbijartin.
Axaftina dawiyê jî Endamê Dîwana Serokatiya Kongra Gel Mahsum Bagok kir.
Piştî axaftina Bagok civîn bi berzkirina sloganên “Bê Serok jiyan nabe, şehîd namirin bijî Kurd û Kurdistan” bi dawî bû.