Fermandarên Tirk, perwerdeya çekên giran didin çeteyan!
Fermandarên Tirk, perwerdeya çekên giran didin çeteyan!
Fermandarên Tirk, perwerdeya çekên giran didin çeteyan!
Hate gotin ku fermandarên Tirk li herêma Serêkaniyê perwerdeya çekên giran didin komên Eniya El-Nusra û ajokarê tanga ku êrîşî benda YPG’ê ya li gundê Mişrafa kiriye jî tirk e.
Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, îdîa kir ku ew li Suriyê alîkariya komên radîkal ên Îslamî nakin, lê her roj belge yan jî îdîayek din a di vê mijarê de derdikeve holê. Îdîaya dawî jî dîsa ji Serêkaniyê hat.
Li gorî agahiyan dema koma Eniya El-Nusra di şeva 24’ê Tîrmehê de li dijî benda kontrolê ya YPG’ê ku li gundê Mişrafa yê di navbera Serêkaniyê û Hesekê de ye êrîş pêk anî, hinek gundî jî ji aliyê êrîşkaran ve hatin girtin. Gundiyên ku duh bi roj dema li nava zeviyên avdan dikirin hatine girtin, piştre birin navenda koma El-Nusra û piştî pirsyarîkirinê hatin berdan.
Ji welatiyên ku hatine berdan kesekî ku ji ber ewlekariyê nexwest navê xwe aşkera bike, diyar kir ku dema ew birine navenda koma êrîşkar, kesên li wir di nava xwe de bi zimanê tirkî di axivîn. Welatiyê ku got ew bi zimanê tirkî dizane, diyar kir ku lêpirsîna wan jî ji aliyê kesên ku bi tirkî di axivîn ve hatiye kirin.
Gundiyê ku navê xwe neda, anî ziman ku ji axaftinên van kesan fêm bûye ku ajokarê tanga êrîşî benda YPG’ê kiriye, tirk e.
Heman welatî bal kişand ku dîsa ji axaftinan fêm bûye ku li herêma Esfer Necar û Tel Xelef nêzî 4 kîlometre dikevin rojavayê Serêkaniyê, fermandarên tirk perwerdeya çekên giran didin komên El-Nusra.
Di vê navberê de li gorî çavkaniyên YPG’ê hejmara endamên komên êrîşkar ên ku di pevçûnan de hatine kuştin, gihîştiye 53’yan.