Fermandarê Şemsî Şîmal: DAIŞ’ê di dîroka xwe de derbên herî giran xwar

Fermandarê Şemsî Şîmal: DAIŞ’ê di dîroka xwe de derbên herî giran xwar

Fermandarê Koma Şemsî Şimal a ji pêkhateyên Navenda Operasyona Hevpar y Burkan El Firat ku ji aliyê şervanên YPG-YPJ û komên Artêşa Azad a Sûriyeyê pêk tên, Ebu Leyla da zanîn ku pêşveçûna şer li gorî wan dimeşe û  DAIŞ û El Qaîdeyên di dîroka xwe de li Kobanê darbeya herî mezin xwarine û wiha got: “Bi berxwedana Kobanê re dîrok hat nivîsin. Kesên berê navê Kobanê nizanibûn, niha dema tu Şamê bipirsî dibêjin Şam li başûrê Kobanê ye.

Fermandarê Giştî Koma Şemsî Şîmal (Roja Bakur) Ebu Leyla got ku şer di kontrola wan de dimeşe û DAIŞ’ê di dîroka xwe de darbeyên herî mezin xwarine. Leyla da zanîn ku ew pêkhateyên Artêş Azad a Sûriyeyê ne û li vir di bin Navenda Operasyona Hevpar a Burkan El Firat de cihê xwe yê li eniyê digirin. Ji roja ku şer destpê kiriye heta niha em li Kobanê ne û bi şervanên YPG-YPJ’ê re mil bi mil têdikoşin.

EM BER BI SERKEFTINÊ VE DIÇIN

Ebu Leyla da zanîn ku şer di alî wan de bi ser dikeve û wiha got: “Dibe ku me zehmetiyên şer kişandibin, lê rewş niha baştir e. Niha em Burkan El Firat, YPG û Peşmergeyan re tevdigerin. Bi koordîne tevdigerin. Destpêkê me bi kaleşnîkofên xwe şer dikir. Lê niha me zehmetî derbas kirin û em ber bi serkeftinê ve dimeşin.

KOORDÎNASYON ERÊNΠYE

Ebu Leyla da zanîn ku ew koordînasyona di navbera YPG, Burkan El Firat û Peşmergeyan de erênê dibînin û wiha got: “Em Kurd divê li her derê piştgiriyê bidin hev. Em Kurdên di nava Artêşa Azad a Sûriyeyê de cih digirin, YPG û Peşmerge ferq nake. Divê li pêşiya parastina hevpar astengî çênebe. Armanca êrîşa li dijî Kobanê ji bo şikestina îradeya gelê Kurd e. Lê bila bizanin ku îradeya me Kurdan wê tu car neşikê.

ŞAM LI BAŞÛRÊ KOBANÊ YE

Ebu Leyla da zanîn ku DAIŞ’ê li Kobanê darbeyek mezin xwariye û ev 52 roj e li ber xwe didin û wiha got: “Şerê li Kobanê tê meşandin şerekî fedayî ye. Ev 52 roj e berxwedaneke dîrokî li vir heye. Mînak cihên weke Mûsil, Anbar û Tîkrîtê 24 saetan li ber xwe neda lê Kobanê ev 52 roj e li ber xwe dide. Serkeftin ya me ye. Heta niha nêzî 4500 û 5000 miriyên wan hene. Her kesî berxwedana Kobanê dît. Belkî berê navê Kobanê nizanibûn lê niha dema dibêjin Şam li ku ye, dibêjin Şam li Başurê Kobanê ye.”

JI BO SÛRIYEYEK DEMOKRATÎK ME BURKAN EL FIRAT AVA KIR

Fermandar Ebu Leyla da zanîn ku armanca avakirina Burkan El Firat ji bo Sûriyeyek demokratîk, azadîxwaz û aştiyane bû û got: “Me tenê ji bo Kobanê ava nekir. Me ji bo Suriyeyek demokratîk ava kir.

Ebu Leyla bang li hemû ciwanên Kobanê yên ji Kobanê dûr in kir û da zanîn ku divê her kes piştgiriyê bide Kobanê û bi taybet jî ciwanên Kobanê divê demildest bên û li vir cihên xwe bigirin.