Fermandara YPG/YPJ'ê Meysa Ebdo: Înîsiyatîf di destê YPG/YPJ'ê de ye

Fermandara YPG/YPJ'ê Meysa Ebdo: Înîsiyatîf di destê YPG/YPJ'ê de ye

Hêzên YPG/YPJ'ê yên li hemberî êrîşên bi çekên giran ên çeteyên DAIŞ'ê, bi derfetên kêm berxwedaneke destanî nîşan didin, înîsiyatîfa li Kobanê xistine destê xwe. Fermandara YPG/YPJ'ê Meysa Ebdo ragihand ku li her sê eniyan derbên giran li çeteyên DAIŞ'ê hatine xistin û got, "Ji bo derxistina çeteyên DAIŞ'ê ji Kobanê, plansaziya me ya ji bo dema nêz, navîn û dûr, amade ne."

Fermandar Meysa Ebdo diyar kir ku bi guhertina hevsengiya şer a li Kobanê re vegera Kobaniyan ku piraniya wan ciwan in li bajêr destpê kiriye û bang li ciwanên Kobanê kir ku vegera xwe bi lez û zêde bikin.

Meysa Ebdo nîqaşên dema dawî yên di medya Tirk de bi şêweyê "Kobanê Ereb e" nirxand û got, "Ev hêzên vê nîqaşê dikin, ji bo di navbera gelên Kurd û Ereb de şerekî derxin, vê nîqaşê dimeşînin. Bersiva herî baş a li vê lîstikê tifaqa Bûrkan El Firat û YPG'ê ye."

Fermandara YPG/YPJ'ê Meysa Ebdo, rewşa dawî ya şerê li Kobanê ji ANF'ê re nirxand.

LI SÊ ENIYAN DERBÊN GIRAN LI ÇETEYAN HATIN XISTIN

Fermandar Meysa Ebdo diyar kir, ku di rojên dawî de wan li sê eniyan derbên giran li çeteyan xistine û anî ziman ku wan li eniya rojava bi hêzên Artêşa Azad û Pêşmergeyan operasyonên hevpar lidar xistine û ev operasyon gelekî girîng in. Meysa Ebdo da zanîn ku wan li eniya rojava ji destpêkê ve rê nedane çeteyan û destnîşan kir ku bi operasyonên rojên dawî re wan bi taybetî li gundê Mezra Eboşa derbên giran li çeteyan xistine û çete li vî gundî şikestineke mezin jiyane. Ebdo ragihand ku hêzên teqwiye yên çeteyan ên ji bo gundê Mera Eboşa jî, ji hêzên hevpar ên operasyonê derbên giran xwarine.

Meysa Ebdo da zanîn ku eniya başûr di rojên dawî de li çeteyan veguheriye dojehê û anî ziman ku li vê eniyê jî şervanên YPG/YPJ'ê derbên giran li çeteyan xistine û êdî li vê eniyê jî înîsiyatîf ketiye destê wan.

LI ENIYA ROJHILAT PÊŞKETIN HEYE

Meysa Ebdo da xuyakirin ku li eniya rojhilat a êrîşên giran lê tê kirin, ji duh û vir ve çete qedeme bi qedeme tê têkbirin û ragihand ku xeta YPG/YPJ a li vê eniyê qedemeyeke din bi pêş ketiye. Meysa Ebdo da zanîn ku çeteyên DAIŞ'ê di rojên dawî de ji vê eniyê, ji nuqteyeke nêzî xeta sînor êrîşên nû dibin ser deriyê sînor ê Murşîtpinarê û anî ziman ku çeteyên DAIŞ'ê ji vir hatine derxistin.

'DIVÊ CIWAN BILEZÎNIN'

Meysa Ebdo diyar kir ku piştî însiyatîfa şer ket destê YPG'ê, rewşeke aram û ewle derketiye holê, lewma gelek Kobaniyî dest bi vegera li bajêr kirine. Ebdo got, "Însiyatîf êdî li her qadê di destê hêzên me de ye. Hemû keç û xortên me yên li derveyî Kobanê ne, bila werin Kobanê û di pêngava me ya serketinê de li cem hêzên YPG/YPJ'ê cih bigirin. Bila Kobanê biparêzin."

NÎQAŞA 'KOBANÊ EREB E' LÎSTIKA DERXISTINA ŞERÊ NAVBERA GELAN E

Meysa Ebdo bal kişand ser nîqaşên "Kobanê Ereb e" ku di dema dawî de di serî de medya Tirk, Serokwezîr û Serokkomarê Tirk dixwazin biafirînin û di vê mijarê de wiha axivî: "Nîqaşa li ser 'Kobanê bajarê Ereban e' ji aliyê hin hêzan ve weke argumaneke qirêj ji bo di navbera gelên Kurd û Ereb de şer derxînin, tê bikaranîn. Gelên Kurd û Ereb bi tifaqa Bûrkan El Firat û YPG'ê, ev lîstik pûç kirin. Me ji destpêkê ve jiyaneke li Sûriyeyeke demokratîk û azad ji xwe re esas girtin. Kobanê bêguman bajarê Kurdan e, lê parçeyek ji Sûriyeya demokratîk e. Gelê Ereb jî vê yekê bi vî rengî dixwaze û vê rastiyê qebûl dike. Em jî li gel nûnerên gelê Ereb têkoşîna xwe mil bi mil dewam dikin."