Felekedîn Kakeyî jiyana xwe ji dest da
Felekedîn Kakeyî jiyana xwe ji dest da
Felekedîn Kakeyî jiyana xwe ji dest da
Nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar û pêşmergeyê kevin Felekedîn Kakeyî ku li dijî pevçûna navbera Kurdan de cephe girt û ji bo yeketiya netewa Kurd hewildan kirin, îro jiyana xwe ji dest da.
Felekedîn Kakeyî ku di sala 1943’an de li Kerkûkê hate cîhanê, yek ji yekemîn kurdên di nava tevgera şoreşgerên Ereb ên li dijî rejima Iraqê xwe birêxistin kirin de cih digire. Kakeyî nivîskarî jî cara yekem di nava tevgera sosyalîst û şoreşgerên Ereb de destpê kir, di rojnameya El-Taxî de ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Dİ QUNCIKÊ “HECELIYET” LI SER PIRSGIRÊKÊN KEDKAR Û KURDAN DINIVÎSÎ.
Kakeyiyê ku ji ber pêkûtiyên rejima Bexdayê neçar dimîne derbazî Rojavayê Kurdistanê bibe, hertim di tekoşîna Başûrê Kurdistanê de rolekî çalak leyîstiye. Kakeyî di komîteya navenda PDK’ê, Parlementoya Başûrê Kurdistanê de cih girtiye û peywira wezîrtiya rewşenbîrî kiriye.
Piştî hilweşîna rejima Sedam, edîtortiya rojnameya El-Taxî ya ku li Iraqê herî zêde dihat firotin kiriye. Her wiha di nava rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê de yek ji siyasetmedarên herî yeketiya netewî diparast û hewildan dikir bû.