‘Ewlehiya me nobedarên berxwedanê ne’

‘Ewlehiya me nobedarên berxwedanê ne’

Welatiyên gundê Alîzêra Pirsûsê piştî ku gundên sînorê Kobanê ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin dagirkirin diyar kirin ku ew bi saya nobeta berxwedanê dikarin bi rehetî razên.

Welatiyên gundê Alîzera Pîrsûsê ji bo welatiyên ku ji Tirkiye û Kurdistanê ji bo xwedîderketina Kobanê hatine malovaniyê dikin. Ji welatiyan Zaîde Zeren diyar kir beriya nobeta li sînor nedikarîn bi rehetî razên û wiha got: “Dema ku berxwedana Kobanê destpê kir nêzî 400 welatî ji Kobanê hatin sînor. Di nava wan de jin, zarok, kal û pîr jî hebûn. Lê leşkeran mudaxaleyî wan kirin. Wan xwe avêtin telan û derbas bûn, gelek kes ji ber vê yekê birîndar bûn. Ciheke biçin tune bû. Me alîkarî da wan gundiyan. Me xwarin da wan. Kesekî alîkariya wan nekir. Jibilê şaredariyên DBP’ê dewletê alîkarî neda wan.”

TIRKIYE PIŞTGIRIYÊ DIDE ÇETEYÊN DAIŞ

Zeren destnîşan kir ku ev şerê 27 roj in didome gelekî bandorê li wan dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi şev dengên tank û topan tê. Zarok deriyan digirin û digîrîn. Niha em natirsin. Ji ber ku em bi welatiyên ji Kobanê û ji bajarên din ji bo nobetê hatine ve dijîn. Lê heke ew biçin em ê di nava tirsê de bin. Ji ber ku li hemberî me çeteyên DAIŞ’ê hene. Li gund em 20 malbat dimînin. Ewlehiya canê me nîn e. Divê dewletên derve li dijî vê hovîtiyê bêdeng menînin. Dîsa divê Kurd bi hev re tevbigerin. Em xwe di ewlehiyê de nabînin. Ji ji ber ku Tirkiye piştgiriyê dide çeteyên DAIŞ’ê.”

Welatiyê bi navê Omer Koç jî têkîldarî mijarê wiha got: “Li Kobanê ev 27 roj in şer heye. Hemû kesên li Kobanê xizmên me ne. Nêzî 90 malbat hatin gundê me. Li gorî wan mal nîn e. Her kesî malbatek girtiye cem xwe. Tirkiyeyê alîkarî neda. Divê kon ji van mirovan re bihata lê nabû. Mirovan di nava xwe de alîkarî dan. Hin kesan malê xwe kir du parçe.” Koç di berdewama xwe de wiha axivî: “Niha li gundan mirov nobetê digirin. Çeteyên DAIŞ’ê ji gunoan derbas nabin. Lê berê her roj çeteyên DAIŞ’ê ji gund derbasî aliyê Kobanê dibûn. Berî li nuqteyên leşkeran derbas dibûn. Dîsa tankên li Kobanê hemû yên dewleta Tirk in ên kesekî din in. Em dixwazin ev şer rawest e. Her roj êrîşên hewayi hene. Lê balafir cihên çeteyên DAIŞ’ê lê ne bombebaran nakin. Çima çeteyên DAIŞ’ê de çeperên wan de bombebaran nakin. Kurd dixwazin li axa xwe bijîn, daxwazeke wan ê din nîn e.”



'EM BI APOCIYAN BAWER IN'

Ji welatiyan Siphiye Kuçukaçan (70) jî ev tiş anî ziman: “Ez vî şerî xetere dibînim. Kurdan zarokên xwe yên xweşik di şeran de winda kirin. Kurd bi tena serê xwe şer dikin. Nîvî gundê me malbatên Kobanê ne. Dixwazin Kurdan tune bikin. Her roj cenazeyên şehîdan tên. Em li pey zarokên xwe yên têdikoşin in em bi Apociyan bawer in.”