Êşkenceya rapora Tipa Edlî dewam dike
Êşkenceya rapora Tipa Edlî dewam dike
Êşkenceya rapora Tipa Edlî dewam dike
Ji 16 girtiyên nexweşên giran bi tenê 2 ji wan hatin berdan. 4 girtiyên nû anîn Girtîgeha Metrîsê. Ji girtiyên ku berî du mehan operasyona dil derbas kiribû Sabrî Kaya, tevî ku rapora "divê were berdan" jê re hatiye dayîn jî, hînê êşkenceya raporê dikşîne.
4 girtiyên nû yên giran anîn Girtîgeha Metrîsê. Girtiyên derketin pêşberî Saziya Tipa Edlî, li benda raporê ne.
Remezan Ozalp ê hikumxwarê muebbetê û 21 sal in di girtîgehê de heye, di mejiyê wî de tumor heye. Ozalp du caran operasyon derbas kir û niha aliyê çepê yê bedena wî felç e.
21 SAL IN SONDA BIKAR TÎNE
Morşît Aslan ê di sala 1991'ê de bi birîndarî dîl hat girtin, ji noqê û jêrê felç e. Aslan ê 47 salî, 22 sal in dema diçe tiwaletê neçare sonda bikar bîne û ti pêwistiyên xwe yên şexsî bi tena serê xwe nikare bike.
Aslan ê pêwistiya wî bi sonda û destmala şil heye, vana jî neçare bi reçeteyê bistîne. Ji dema hatiye Girtîgeha Metrîsê û pê ve ji ber reçete nehatiye nivîsandin, nikare van pêdiviyên xwe tedarik bike.
Yucel Balyaci yê bi birîndarî dîl hat girtin jî di organên wî yên hundurî de xerabûn heye, di hin beşên laşê wî de parçeyên şarapnelê hene. Pêwistiya wî bi proteza çongê heye, lê bi salane ev nayê çêkirin.
RAPORA SERBESTBERDANÊ HEYE
Sabrî Kaya berî du mehan operasyona vekirî ya dil derbas kir. Nexweşxaneya Nimûne ya Enqerê rapor da ku divê li derveyî girtîgehê bê dermankirin. Lê belê ev rapor li ber çavan nehat girtin û niha ji bo rapora Saziya Tipa Edlî ew anîne Metrîsê.
BI TENÊ 2 KES HATIN BERDAN
Saziya Tipa Edlî, ji 16 girtiyên nexweşên giran ê ji destpêka meha Hezîranê û vir ve anînê Girtîgeha Metrîsê bi tenê, Taylan Çîntay û Umît Aydin berda.
Saziya Tipa Edlî ji bo Salîh Tûgrûl û Hasan Kaçar jî rapor nivîsand ku 3 mehan li Girtîgeha Rehabîlîtasyon a Metrîsê 3 mehan bê tedawîkirin û wê dûre li rewşa wan binêre.
Ji Mehmet Emîn Akdag, Suphî Îsmaîl, Fîlît Tîltay, Îsmaîl Elmas, Avnî Ûçar, Alî Ekber Orûç, Huseyîn Dînç, Huseyîn Yildiz, Sebgettûllah Guler û Kamîl Tûranlioglûr re rapora "Dikarin li girtîgehê bên ragirtin" da.
Hakan Golunç, Hasan Alkiş, Fîkret Guzelaydin û Ergîn Aktaş jî kontrolên wan dewam dike.
TASEK AVÊ YA TIJE XWÎN
Rewşa Fîkret Guzelaydin ê hînê li benda raporê ye, ber bi nebaşiyê ve diçe. Ji bêviya Guzelaydin her roj bi qasî tasek avê, xwîn tê. Di meşî û pişika Guzelaydin de tumor heye û sedema xwînbûna bêvila wî jî hînê nehatiye tespîtkirin. Girtiyê nexweşê giran her weha pirsgirêka mezinbûnê di pişika wî de, bîra li mehdê ya ji ber grêva birçîbûnê, fitika pişt û stu û xwedî nexweşiya mîgrenê ye.
HIKUMXWARÊN SÊWASÊ JÎ LI METRÎSÊ NE
Di vê navberê de kujerên Komkujiya Sêwasê jî li Girtîgeha Metrîsê tên ragirtin. Kujerên komkujiyê yên derketin pêşberî Saziya Tipa Edlî, xweşiyên wan heta niha ji raya giştî re nehatiye eşkerekirin.