Êrîşên çeteyan ên ji sê aliyan ve hatin şikandin

Êrîşên çeteyan ên ji sê aliyan ve hatin şikandin

Şervanên YPG'ê şevê din êrîşa çeteyên DAIŞ'ê ya li dijî taxa Kaniya Kurdan û bazara zebze ya bajarê Kobanê ku ji sê aliyan ve pêk hat, şikandin. Çete topên 'dojehê' yên zerara wan pir in bikar tînin.

Şevê din çeteyên DAIŞ'ê  ji sê aliyan ve êrîşî taxa Kaniya Kurdan a rojhilatê bajarê Kobanê û bazara zebze kirin û rastî bersivdayîna şervanên YPG'ê hatin û pevçûnûn dijwar qewimîn. Pevçûnan heta derengiya şevê dewam kirin û di encamê de êrîşa çeteyan hat şikandin û 6 çete hatin kuştin.

Şervanên YPG'ê jî li Kolana Şaredariyê ya li rojhilatê bajêr li dijî çeteyan çalakiyek lidar xistin û tê de herî kêm 3 çete hatin kuştin.

Li başûrê herêmê jî şevê din şervnaên YPG'ê li dijî çeteyan gelek çalakî kirin. Heta niha ti agahiyên der barê hejmara kuştiyên çeteyan  de nehatine bidestxistin.

Çeteyên DAIŞ'ê duh 22 top avêtin taxên sivîl ên bajarê Kobanê. Li gorî çavkaniyan nêzî YPG'ê, di nava topên hatine avêtin topên dojehê hene.