'Erdogan mirovên li Elmanyayê jî li dijî hev radike'

Li Elmanyayê hikûmetê nerazîbûnên tund nîşanî Erdogan da ku ji bo hilbijêrên Tirkiyeyê banga ne karanîna dengan ji bo 'partiyên dijminên Tirkiyeyê' da. Wezîrê Karê Derve mûdaxeleya Erdogan 'tantiroskî' binavkir.

Serokkomarê Tirk Erdogan ji bo hilbijartinên giştî yên federal ku di 24'ê Îlonê de li Elmanyayê pêk were, banga nekaranîna dengan li hilbijêrên Tirkiyeyî kirîbû. Erdogan bi taybet navê Partiya Demokrat a Sosyal (PDS) û Keskan dabû ku weke 'dijminê Tirkiyeyê' îlan kirîbû, banga deng nedayinê kirîbû.

Li dijî gotinên Erdogan Wezîrê Karê Derve yê DSP'yî Sîgmar Gabrîel nerazîbûnên tund diyar kir. Gabrîel diyarkir ku Erdogan êrîşî mafê desthildatdariyê kiriye û ev weke 'leyîstokekî şeytanî yê xirab' binavkir.

Gabrîel wiha got: "Li dijî hilbijartina li Elmanyayê mûdaxeleyekî tantiroski ye. Erdogan dixwaze mirovên li Elmanyayê dijîn bîne beramberî hev." Gabrîel li dijî gotinên Erdogan bang li hilbijêrên li Elmanyayê kir ku ji kijan kokê bin pêwîste biçin ser sindoqan.

Hat ragihandin ku nûnerên saziyên Tirkiyeyê yên li Elmanyayê jî li dijî gotinên Erdogan nerazîbûn nîşandane.