Erdogan hevdîtin bi malbatên Roboskê re pêkanî

Erdogan hevdîtin bi malbatên Roboskê re pêkanî

Li Şirnexê Serokwezîrê Tirk Erdogan piştî vekirina Balefirgeha Şerafetîn Elçî, hevdîtin bi malbatên Roboskî ên xizmên xwe di komkujiyê de winda kiribûn pêkanî. Piştî hevdîtinê Serokê BDP’a Şirnexê Bakî Katar daxuyaniyek da û da diyarkirin ku, hevdîtin bi hewildanên Selahedîn Demîrtaş çêbûye û hate destnîşankirin ku, ev hevdîtinekî ji bo kujerên komkujiyê bêne derxistinbû.

Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan ku piştî tevlî merasima vekirina Balefirgeha Şerafetîn Elçî ya li navçeya Cizîr ya Şirnexê bû, bi malbatên Roboskî ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dayîn û heyeta BDP’ê re hevdîtin pêkanî. Ji Roboskiyan Felek Encu, Zekî Tosun, Emîne Urek, Reşîd Ant, Sadiq Alma û Welî Encu tevlî bûn. Serokê BDP’a Şirnexê Bakî Katar û heyeta BDP’ê jî tevlî hevdîtinê bûn. Hevdîtina ku ji çapemeniyê re girtî pêkhat, du demjimêran domkir. Piştî hevdîtinê di derketina balefirgehê de li ser navê malbatan Hevserokê BDP’a Şirnexê Bakî Katar daxuyaniyek kurt da û anî ziman ku, hevdîtin bi hewildanên Hevserokê BDP’ê Selahedîn Demîrtaş pêkhatiye û destnîşan kir ku, weke BDP jî piştgiriyê didin vê hevdîtinê û bila ji bo ti armancên din bikar neyne.

Katar got: “Bila ti kes vê hevdîtinê ji bo serê komkujiya Roboskiyê bê girtin xelek nenirxîne. Me weke BDP’e jî ev hevdîtin ji bo kujerên komkujiyê bêne derxistin, cezakirin û di demek kurt de pêngavên şênber bêne avêtin pêkanî. Em weke BDP li gel malbatên Roboskiyê ne û me tu caran ew tenê nehêlan, her wiha em dê hertim di lêgerîna edalet û maf de li gel wan bin. Di hevdîtinê de tenê daxwaza hatî kirin, cezakirina berpirsyarên komkujiyê bû. Ev pêngavek bû hate avêtin, em li bendê ne ku hikumet jî berdewama vê pêngavê bîne.”

Piştî daxuyaniyê malbat ji balefirgehê dûrketin.