Erdogan: Guneha sabotekirina pêvajoyê mezine!
Erdogan: Guneha sabotekirina pêvajoyê mezine!
Erdogan: Guneha sabotekirina pêvajoyê mezine!
Serokwezîrê Tirk Erdogan di dema vekirina Balefirgeha Şirnexê de axivî, têkildarî pêvajoyê nirxandin kir û got: “Yê ku pêvajoyê sabote bike, hewil bide asteng bike dê bikeve nava gunehek mezin.”
Serokwezîrê Tirk Recep Tayîp Erdogan di merasima vekirina Balefirgeha Şerafetîn Elçî de axivî. Erdoganê ku îdiakir di her alî de li Şirnexê razemenî kirine û îdiakir ku, ew cudakariya etnîkî-herêmî-olî û netewperestî nakin. Di berdewama axaftina xwe de behsa ‘yek milet’ kir, got: “Em hemû neviyên Adem û Hewayê ne. Em hemû berdewamên neslê ji Keştiya Nûh derketîn e. Em hemû bi hev re bûn yek gel.”
Erdogan di axaftina xwe de behsa pêvajoya çareseriyê kir û diyarkir ku, “Li ser vê xakê gelek caran bûyerên bi êş rû dan. Em berê xwe nadin bûyerên bi êş, êdî em dê berê xwe bidin bûyerên xweşik. Ji xwe em dê telafiya ihmalên derbazbûyî bikin. Hewildana pêvajoya çareseriyê ne berjewendiye. Hewildana me ya pêvajoya çareseriyê rawestandina mirina ciwanên me ye.”
Erdoganê ku got, “Em bi hesab pirsînê na em dê bi hevdû helalkirinê pêvajoyê çareseriyê pêş de bibin û meseleyan çareser bikin.” Erdogan gotina “Yên ku pêvaoyê sabote dikin, hewil didin bibin asteng dikevin nava gunehek mezin, yê ku pêvajoyê sabote bike biçi awayî em nabin” bikar anî.
Erdogan behsa pevçûnên li Rojava jî kir û got: “rejima zalim ya rewatiya xwe winda kiriye, pêwîste demildest biçe, ew rêveberiyekî ku bi destê îradeya gel hatî qebûl kirin dixwazin.” Erdogan diyarkir ku, “polîtîkayên li Sûriyeyê ên çêbû xilas bû, pêvajoyê nabe serkeftinê, ez dixwazim vê taybet bêjim.”
Erdogan got, ew dê di derbarê rojnameya The Times ku îlana Gezî weşandibû de dozê veke.