Erdîşiyan Şoreşa Rojava silav kirin

Erdîşiyan Şoreşa Rojava silav kirin

Rêxistina BDP’ê ya Erdîşê û Şaredariya Eganîsê xwarina fitarê da welatiyan û bi şahiyekê jî salvegera “Şoreşa Rojava” pîroz kirin.

Rêxistina BDP’ê ya Erdîşa Wanê û Şaredariya Bajaroka Eganîsê ya Erdîşê xwarina fitarê dan welatiyan û pişt re jî bi şahiyekî girseyî yekemîn salvegara “Şoreşa Rojava” pîroz kirin. Xwarina fitarê ya li ber avahiya Şaredariya Eganîsê ku hate dayîn de Hevseroka BDP’ê ya Wanê Fîger Yaşar, Wekîlê Şaredarê Eganîsê Nurullah Canpolat, Serokê BDP’ê yê Erdîşê Abîdîn Încî, Serokê Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Erdîşê Cevdet Zîlanlî, nûnerê TUHAD-DER’ê yê Erdîşê Fevzî Can, endam û rêveberên BDP, HDP, nûenerên saziyên civakî yên sivîl û girseke gelek kes beşdar bûn. Li cihê şahiyê pankarta "Salvegera 1'emîn Şoreşa Rojavayê pîroz dikin û berxwedana wan silav dikin" hate daliqandin. Posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyê pêşengê PKK’ê Mahsum Kokmaz (Egîd) hatin daliqandin.

Di xwarina fitarê de Wekîlê Şaredarê Eganîsê Nurullah Canpolat axivî û got ku, Şoreşa Rojava ji bo azadiya kurdan gelek pêvajoyek girînge û anî ziman ku, ew şoreşa rojava silav dikin. Canpolat pişt re nameya Şaredarê girtî yên Eganîsê Veysel Keser xwend.

Pişt re hevseroka BDP’a Wanê Fîgen Yaşar axaftinek kurt kir. Yaşar wiha got: “Em bi bawerin ku dê gelê Kurd vê pêvajoyê bi awayekî serkeftî û rûmetdarî bibe encamek erênî. Dê ev jî bi xwedî derketina gelê Kurd pêk bê.” Yaşar diyar kir ku,  gerîlayên HPG’ê bi fermana Ocalan sekneke bi rûmet dan nîşandan û derketin derveyî sînor û got ku, ji bo çareseriyê li gel ku PKK fedekariyek herî mezin da nîşandan hêj jî ji aliyê hikûmetê ve gav ne hatiye avêtin. Yaşar anî ziman ku, dewlet li şûna piştgiriyê bide pêvajoyê dixwaze polîtîkayên şer ên nû derbixe pêş û got ku, ew bi vê yekê bi gûmanin. Yaşar wiha got: “Em li vir bang li gerîlayan dikin, bila riya we vekirî be û çavên we li rê nemînin. Bila dizanibin riya ku wan hiştiye dê bi hezaran ciwan hene û tije bikin.”

Piştî axaftinan Zîlan a 13 salî û hûnermendên herêmî heta derengiyê şevê stranên xwe vegotin û gel li ber staranê hûnermandan dilgeş bû û govend gerandin.