EMEP'ê êrîşên li dijî Rojava şermezar kir

EMEP'ê êrîşên li dijî Rojava şermezar kir

Rêxistina Partiya Kedê ya Herêmê, kuştina endamê Konseya Bilind a Kurd Îsa Huso şermezar kir.

Rêxistina Partiya Kedê ya Herêmê bi daxuyaniyeke nivîskî, kuştina Îsa Huso weke êrîşa li dijî vîna siyasî ya gelê Kurd bi nav kir û şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li pişt vê êrîşê hêzên dixwazin deskevtiyên demokratîk ên gelê Kurd li Rojava ji holê rakin hene û hat gotin, "Di êrîşên ev demeke ji Serêkaniyê destpê kirin û li bajarên din belav bûn de, komên El Qaîde û çeteyên Artêşa Azad hevkariyê dikin. Di şûna ku vîna gelê Kurd qebûl bikin, dewletên Tirkiye, Qatar, Erebîstana Sûdî û hêzên emperyalîst ên Rojavayî li pişt êrîşkaran disekinin."

Di daxuyaniyê de bang li gelê Kurd û hemû hêzên demokrasiyê hat kirin ku li dijî êrîşên li hemberî deskevtiyên Rojava, piştgiriya bi Rojava re xurtir bikin.